Ev azadiya li Kurdistanê bi qîmet û pîroze
Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, Îro li bajarê Hewlêrê li hotel Rotana, konfrensa navdewletî li jêr navê (Medya, siyaset û demokrasî berev têgihiştineke baştir) ku, ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê, rêxistina ser bi Neteweyên Yekgirtî ve UNAMI û konsulxaneya Brîtaniyayê ya li Hewlêrê ve hatiye amadekirin, dest bi kar û çalakiyên xwe kir.
Di konfrensê de ku, hijmareke wezîr û berpirsên hikûmetî û rojamevan û medyakarên navxweyî û biyanî amade bûn, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û behsa azadiya rojnamevaniyê li herêma Kurdistanê kir û got:
– Ev azadiya îro li Kurdistanê heye gelek bi sadeyî tê dîtin, lê ji bona gehiştina wê azadiyê, miletê kurd gelek qurbanî daye. ji ber hindê em gelek rêz û hurmetê ji wê azadiyê re digirin û em bi wezîfeya xwe dizanin, ne bi tenê wê azadiylê biparêzin, lê belê ji bona geşkirina wê azadiyê roj bi roj bixebitin.
– Xebat ji bona bidestveanîna azadiyê û parastina azadiyê ne bi tenê xebata kurdan e, ew xebata tev mirovatiyê ye, bi taybetî piştî derdewserî û wêrankariyên şerî.
– Sala 1948ê, piştî şerê cîhaniyê duyem, serokên welatên cîhanê civiyan û belgenameya ciyaniya parastina mavê mirovî pesind kir. Yek ji bendên wê belgenameyê dibêje: ”Hemû mirov bi azadî jidayk dibin û di warê maf û kerametê de wekhev in. Eqil û hişiyarî bu mirovî hatiye bexşîn û pêwîste li hember hev du bi canê biratiyê reftarê bikin.”
Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya peyva xwe de behsa azadiyê kir û got ku, azadî berpirsiyariye û ew berpirsiyarî ne bi tenê li ser milê desthilatê ye, lê ew dikeve ser milên rojnamevanan jî. Barzanî got ku, li gor rêkeftina navdewletî ya mafên siyasî û medenî, pêwîste rêz li azadiya xelkî bê girtin û emniyeta netewî bê parastin. Serokwezîr behsa rêkeftina navdewletî ya parastina mafên siyasî û medenî û azadiya raderbirînê kir û çend bendek ji wê rêkeftinê weke mînak destnîşan kirin:
– Ev rêkeftine tekîdê li ser wê yekê dike ku, divê azadiya raderbirînê di çarçoveya qanûnê de be, wek di yasayê da heyte: Yekem: Rêzgirtin li maf û sumieya kesên din. Duyem: Parastina emniyeta netewî û aramiya giştî bo xelkî. Ev çend bendên taybetin ji rêkeftina navdewletî ya parastina mafên siyasî û medenî.
– Li vir pirs eve gelê ev çi manayê dide? Ev wê manayê dide ku, divê ji bona parastina azadiyê qanûn hebe. Bê guman ev jî wezîfeya hikûmetê ye qanûnên minasib amade bike û ji bona dabînkirina wê azadiyê û mafan kar bi wan qanûnan bê kirin. Lê di heman demê de ev yek wê manayê dide ku, di derbirîna bîrûra da çênabê teşhîr bi ti kesî bê kirin û çênabe bi şaşî sumie û kerameta ti kesî bê binpê kirin. Ez di wê baweriyê de me ku, hûn jî wek min difirin ku, çênabe tu kes bê belge bê tawanbar kirin. Eger ev çêbibe, hîngê ev dê manaya binpêkirin û bêberpirsiyartî bide.
– Ew bendên rêkeftinê yên min îşaret pê kirî, wê manayê didin ku, azadiya raderbirînê çênabe emniyeta netewî bixe dixeterê de. Her wek min gotî, ev bend û made yên qanûna navdewletî taybet bi mafê mirov in, ew qanûnin yên ku, dewletên demokratîk li ser li hev kirine û îmza kirine.
– Azadî û azadiya raderbirînê mafên esasî ne û ew şertên di qanûna navdewletî de hatîne danan ne ji bo bertengkirina wan mafan e, lê belê ji bo parastina mafên kesên din e, ji bo parastina berjewendî û emniyeta civakê bi gştî ye. Ji ber ku, azadiya te eger azadiya mirovek din bin pê bike, ew neazadî ye û ew dûrketine ji berpirsiyariyê. Kes azad nîne îro li vir vê avahiyê bişewitîne, kes azad nîne wêne û zaniyariyan li ser jiyana taybet ya kesekî, yan jinekê di rojname û internet de biweşîne û jiyana wê jinê bixe bi xeterê de.
Barzanî got ku, madeya 20ê ji qanûna navdewletî dibêje:
1- Pêwîste hemû propagendyên ji bo şer bi yasa bên qedexe kirin
2- Her hewlek ji bona diruskirina kerb û kina netewî, nejadî û olî ku bibe sedemê regezperistiyê, dijminkariyê û şidetê, pêwîste bi yasa bê qedexekirin.
Kes azad nîne ji diruskirina kerb û kînê, ji diruskirina hastên regesperistî, dijimkarî û tefrîqê di nav civakê de. Ev hemû li gor qanûna navdewletî hatîne qedexekirin.
Nêçîrvan Barzanî behsa konfrensê kir û ji beşdaran re got:
– Bi rawêkarî digel we û zanîna we, em dixwaz in wê çarçoveya qanûnî, etîkî destnîşan bikin ku, em bigehîne hindek biryaran ku, bi hevkarî digel hemû aliyan û hevkariya UN mekanîzma cîbicîkirinê bo diyar bikin û karî pê bikin. Çakirina rewşa mediyayê li Kurdistanê bi hewla hemû aliyan, dê di çareserkirina gelek pirsan alîkariya me bê kirin, wek mînak: meseleya şideta li dijî jinan û parastina mafê jinan, ji ber ku mediyayê gelek tesîr li ser hişiyariya giştî di nav civakê de heye.
– Wezîfeya me, wek desthiltaeve ku,bi jîrî û di çarçoveya parastina mafê mirov û azadiya raderbirînê de yasa û siayseta xwe amade bikin û ji bona dabînkiirna rewşeke rast û dirust di welêt de kar bikîn, rewşke etîkî û medenî bo medyaran li Kurdistanê amade bikin. Ji ber ku azadî pîroze û mafê esasyê mirove û weke desthilat wezîfeya meye azadiyê biparêzîn. Ev hemû dive di çarçoveya rêkeftiname û biryarên hevbeş di navbera hikûmet, civak û rojnamevanan de bê cîbicîkirin.
– Çênabe hikûmet ji rojnaemvanan re bêje wisa bike û wisa neke, hikûmet divê bi rêya qanûn û siyaseteke minasib rewşê rêkbixe û ber bi baştirbûnê bibe.
Di dawiya peyva xwe de Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê ji rojnamevanên Kurdistanê re got:
– Ez dizan im wezîfeya we ye min û kabîneya min bixin jêr pirsiyariyê û rexnegirtinê. Hêvîd dikim ku, ew azadiya bi xebata hemû aliyan, bi xebata aliyên siyasî, civaka medenî û xelkê Kurdistanê bidestve hatiye bi dirustî bikar bînin. Ew azadî gelek bi qîmet û pîroze, lê ez dixwaz im ji bîra we neçe ku, azadî bê berpirsiyarî birêve naça û ne momkine cîbicî bibe.