Cîhan

EURO 2024 sibê dest pê dike 

Di mehekê de wê 51 maç bên lîztin.

17 emîn Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê (EURO 2024), ku bi mazûrvaniya Almanyayê tê kirin, sibê dest pê dike.

EURO 2024, a ku li Ewropayê di asta tîmên netewî de tê lîztin, wê ji hêla Almanya ve bê mazûrvankirin. Tûrnûvaya ku sibê dest pê bike, wê 31 rojan dewam bike. Şampiyoniya ku wê 24 tîmên netewî yên Ewropayê tê de pêşbirka fînalê bikin, di 14ê Tîrmehê de bi dawî bibe. Di tûrnûvayê de wê 51 maç bên lîztin.

Maça destpêkê ya EURO 2024 wê sibê li Munchenê bê lîztin. Di pêşbirkê de wê Almanya pêşwazîya Skoçyayê bike. 66 hezar hezkiriyên futbolê wê maça ku li Munîhê li (Allianz Arena) bê lidarxistin bişopînin.

Di Şampiyoniya Ewropayê de 24 tîm wê di 6 koman de bên pêşberî hev. Tîmên ku koman di du rêzên ewil de biqedînin û 4 tîmên herî baş ên sêyemîn jî wê derbasî 16 tûrên dawî bibin.

Pêşbirkên koman wê 26ê Hezîranê roja Çarşemê bi dawî bibin. Tûrnûvaya ku wê di qonaxa 16an û di 29ê Hezîranê de dest pê bike, wê veguhêze rêbazek yek-maçî. Di tûrnûvayê de wê di 5 û 6ê Tîrmehê de maçên çaryek fînalê, di 9 û 10ê Tîrmehê de jî maçên nîvfînalê bên lîztin.

Şampiyonê EURO 2024 wê 14ê Tîrmehê roja Yekşemê di maça fînalê ya li Stadyûma Olîmpiyad a Berlînê diyar bibe.

EURO 2024 wê li 10 bajar û stadyumên Almanyayê bê lidarxistin. Ji bilî paytext Berlîn, tûrnûva wê bi mazûrvaniya bajarên Koln, Munchen, Frankfurt, Hamburg, Dortmund, Leipzig, Gelsenkirchen, Stutgart û Düsseldorfê bên lidarxistin.

Back to top button