Essensîyalîzm û  konstiruktîvîzm

Hin kurdên Bakur ji pirdengînî, pirrengînî û ji mentaliteta mirovahî dûr in, ji ber ku li cîhana  mirovahîyê mirov bi înformasyonê xwe nû dike û bi demê dimeşe. Lê di hin kurdan nivîsên de propaxande de heye û propaxan jî mirovahîyê dikuje.

Etîka normal giranîya xwe dide ser norm û danûstandinên rasteqînî.  Çi rast e?

John Locke, dibêje zanîstîya giştî bi dîtinên me pêk tê û dibe malê civakê. Însan  prosesek e, ber bi pêş ve diçe. Lê ev proses ji bo kurdên bakur derbas nabe. Pêywendîyên sosyal, komunîkasyon û sembol rola xwe li ser zarok, keç û xortan dileyîzin û ew dibin xwedîyê dîtinên giştî. Gava ku em qala jinên kurd bikin, hingê çend hindav tên bîra me, ew navên hindavê ev in:

1.Essensîyalîzm dibêje cudahîya navbera jin û mêr li ser bingeha bîologîzmê ava bûye. Li vir  peywendîyên sosyal û komunîkasyon rola ya sereke naleyîze.
2.Konstiruktîvîzm dibêje cudahîya jin û mêr  konstiruksîyonek ji civakê tê. Yanî qanûnên civakî yên perwerdekirinê roleka xwe dileyîzin. Keç li malê mezin dibin, ew (keç) dibe kopîya  dayîka xwe û kur jî dibe kopîya bavê xwe. Gava mirov qala nivîsarên kurdî bike, hingê navê Herakleîtos tê bîra mirovî. Wî 500 sal BZ nivîsî û tê de behsa yekîtî û tekoşîna bervajîyê (nakokî, dijberiyê) dike.  Ev dîtin bû bingeha dîyalektîka Marx.
3.Dekonstruktîvîzm dibêje ziman li ser bingeha nakokîyan ava bûye, nimûne: gava ku em dibêjin “ şer” “aşiti” jî tê bîra me. Yanî şer û aşiti  bi hev re ne û ne bi serê xwe ne. Ev bawerî dişibe duyalîma Zerdeştî, wek: ronahî-tarî.  Nimûne: Em dibêjin li Kurdistanê şer heye, hingê aşitî jî tê bîra me. Peyva dekonstruktîvîzmê bervajîya konstiruktîvîzmê ye.
4.Sadizm
Tirk  wekî Ataturk difikirin û ew bûne kopiya wî.  Ataturk sadist bû.  Tirkên sadîst azadîya kesên din înkar dikin û dixwazin kurd wek tirkan bijîn. Tirkiye dixwaze kurd wekî wê bijîn. Divê her netewe wekî xwe bijî û her îndîvîd jî wekî xwe bijî. Divê em li vir qala peyva monîzmê bikin, dihê wateya ku mirov yekalî difikire, mirov teng difikire. Kesê narsîssist dibêje mirov aşiqê xwe ye, xweperest e û tenê xwe dibîne û  întresa xwe ji ser her tiştî re digire. Kesê masoşîst  mafê azadîyê dide kesê din ku ew wekî bi xwe  bijî û ew bi xwe, rêya jîyana xwe hilbijêre. Divê em gotina xwe bihînin ser pluralîzmê. Pluralîzm tê wateya ku rastî ji du bawerîyan zêdetir pêk tê.
Divê însan ji bilî bîrûbawerîya paqij tiştekî dî ne fikire: Di navbera  her mirovî  û cîhana wî/ê ya derveyî de rastîyek heye, mirov tenê dikare rastîyê şirove bike, mirov qet nikare di nav rastîyê de bijî. Li gorî Kantî, em bi berçavka boyaxkirî li mijaran dinêrin:
1. Zanebûna me ya cîhê ku em lê dijîn.
2. Zanebûna me ya dem û zemanan.
3. Zanebûna me, tiştên  ku em pê perwerde bûne, em bûne şahîd, me dîtiye, em pê perwerde bûne, em bi tore û terbiya xwe mezin bûne. Rastî  bi dîtinên mirovên cuda,  bi  peyv, dîyalog,  û danûstandinan pêktê

Zanyarî û Felsefe
Gelek fîlozof dibêjin: ”hebûna her tiştî, ji kîsê Xwedê ye”. Fîlozofên dî, bala xwe didin ser duyalîzmê (ronahî-tarî, laş – ruh) ango prensîbên cuda û pluralîzmê qebûl dikin. Em dikarin çi hîn bibin? Divê em çawan bijîn? Em çawan bifikirin? Li gorî Immanuel Kant, em rastîyê bi berçavka boyaxkirî dibînin. Berçavka me, wêneyek subjektîv dide me û em nikarin di derbara tiştekî de, tiştekî bizanibin.

Kant mirovekî îdeyalîst e û ji lewre jî, dibêje: ”Em bi zanyarîya xwe, ji dayîka xwe bûne û ev zanyarîya me, ne ji tecrûbeyên me ne. Hegel şopdarê Kant e û ew dibêje, pêşveçûn bi şemayekî logîk gengaz e, li wir nakokî û ne nakokî digihîjin hevûdu yanî tez û antîtez dibin sentezekî. Aristolteles wekî hîmdarê logîkê tê nasîn. Em nimûneyekî ji Arîstoltelesî bidin.
“Logik”, “hişmendî”

1. Hemû Dîyarbekirî kurd in.
2. Hemû kurd ên mirinê ne.
3. Hemû Dîyarbekirî yên mirinê ne.

Em dizanin, ev hemû hevok, ne rast in, lê di gel vê yekê jî, em ji sedî sed dizanin, ku ew hemû dê bimirin. Em dikarin bi hawayekî dî şirove bikin:
1. Hemû A B in.
2. Hemû B C in.
3. Hemû A C in
Aristolteles qala çar ristên cuda dike, ew jî ev in:
1. Hemû A B in.
2. Çend A B in.
3. A ne B in.
4. Çend A ne B in.

Nimûneya çaremîn:
1. Hemû Farqînî kurdî dizanin.
2. Mehdî Zana ji Farqînê ye.
3. Mehdî Zana kurdî dizane.

Nimûneyekî din:
1. Hemû însan ên mirinê ne.
2. Mehdî Zana însan e.
3. Mehdî Zana yê mirinê ye.

Encam (netîce): Hemû însan ên mirinê ne.
Locke zanyarekî mezin bû. Ew rastîya objektîvê wekî form, hejmar û mezinahîyê dibîne. Lê bêhn, reng û tam tenê di fêrisîya me de hene.
Zanyarîya me di derbara dinyayê de bi sinor e û li gorî Lockeyî ew zanyarî girêdayê pênc tiştan e, ew jî ev in:

Hesta dîtinê (çav),
Hesta bîhnê (poz),
Hesta tamê (tamkirinê)(ziman),
Hesta bihîstinê (guh)
Hesta sehkirinê (çerm)

Lêkolîner û doktoremend

Maruf Yilmaz
Nivîs 1996ê Kovara Rogar de derketiye…

Nerîna min :