Esed ne li dijî mafê federalîzma kurdan e
Beşar Esed di hevpeyvîna xwe ya bi kenala Halk TV ya tirkî re bal kişande ser pirsa kurd li Sûriyê û helwesta wî li hember federlîzma kurdan li Sûriyê.
Esed derbarê kurdan de got, kurd li Sûriyê wek hemû welatiyên sûrî bergiriyê li xwe dikin û digel niştiman û dewletê li dijî terorîstan rawestiyan.
Serokê Sûriyê ku ev nêzîkî 3 salane şoreşeke li dijî rêjîma wî didome, diyar kir ku ew di şerê li dijî teroristan de piştgiriya her aliyekî û her grûpekê dikin, di nav de kurd û partiyên kurdî.
Beşar Esed diyar kir ku di sala 2004an de, di dema ku serhildana 12 Adarê li Rojavayê Kurdistanê destpê kir, guman di navbera hin sûrî û kurdan de çê bû, lê di vê qeyranê de niştimanperweriya kurdan li Sûriyê diyar bû.
Esed tekez kir ku divê ev niştimanperweriya kurdan were berçavgirtin û ew sîstem jî divê di rêya diyalogê re pêk were.
Serokê Sûriyê Beşar Esed di derbarê mijara federalîzm yan konfederalîzm û her sîstemkî din de ku li Sûriyê çêbibe got, her sîstemek divê di çarçoveya wê destûrê de be ku gelê Sûriyê dipejirîne.