Li gora nûçeyek ya Avesta kurd de; Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvîneke xwe de got, Kurd li Sûriyê li dijî terorîstan şer dikin û ew raste rast alîkariyê ji artêşa Sûriyê distînin.Esed dibêje li cem wan dokument hene ku ew alîkariya Kurdan dikin, û bi alîkariya artêşa Sûriyê Kurd şere terorê dikin.Serokê Sûriyê di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya înglîzî The Sunday Times regot: ji ber ku ew Kurd welatiyên Sûriyê ne û ji ber ku ew şere terorê dikin, artêşa Sûriyê alîkariya wan dike.Berdewamiya axavtina xwe de, Esed dibêje: Em ji wan re çekan dişînin, ji bo ku şere terorê bikin em alîkariya wan dikin. Em alîkariya hinek grûpên din jî dikin.Esed wiha berdewam kir: Ji ber ku em nikarin artêşê bişînin her dera Sûriyê, em alîkariya wan grûpên kurd û grûpên din jî dikin.
Pêş
23/07/2026
Biryara Dadgeha Destûrî di derbarê PWKê de
23/07/2026
Deriyê Nisêbîn Qamişlo dê beriya dawiya salê were vekirin.
Balkêş e ?
Close
-
Dîmenek ji têgihandina rastiya PKKê…!22/07/2026


