Cîhan
Esad direve û diçe Rusya
Tê îdia kirin ku dê serokê rejima Suriye Bişar Esed ji dev desthilatiyê berdê û birevê. Welatê ku Esed herê jî tê gotin ku Rusya ye.
Li gora rojnema Îsraîlî Maariv, Esad dê cihê xwe bihêlê ji Faruk El Şara re û herê Rusyayê. Li gora nûçeya rojnama Îsraîlî 16-ê vê mehê El Şara gelek bi nehînî serdana Moskova kiriye û li ser vê mijarê li gel wezîrê derve yê Rusya Sergey Lavrov hevdîtinek pêkaniye. Herweha li gora rojnema Maariv Faruk El Şara daxwaz kiriye ku dema Esad herê Rusya ew di şûna wî de cig bigre û heta hilbijartina karê Esad kirî rêve bibe.
Rojnama Maariv dide ragihandin ku ev nûçeya wan ji aliyê Kremlîn ve jî hatiye piştraskirin û wezîrê derve yê Rusya Lavrov naxwaze encama Surî wek ya Libyayê çêbibe.