Esad bangî PYD/YPG kir: Werin tevlî me bibin
Serokê rejima Suriye Bişar Esad bangê YPGê kir û got: Werin tevlî hêzên me bibin.
Eve 9 salin Suriye di nava şerek dijwar de ye. Îran Rusya û Hizbullaha Libnanê ji bo rejima Suriye nerûxê bi hemû awayî li tenişta rejimê sekinîn û şer kirin.
Amerika û hêzên hevpeyman li Suriye şerê DAÎŞÊ kir. Di çerçova şerê li dijê DAÎŞê de Amerika çek dan hêzên YPGê da ku şerê DAÎŞÊ bikin.
Niha jî serokê Amerikayê eşkere kir ku , dê ji Suriye û Rojavayê Kurdistanê vekişin. Hingê YPGê dikeve rewşek tengasî de û ji bo xwe xilas bikin rêyekî digerin.
Serokê rejima Suriye Esad bangî PYD/YPGê kir û da xûyakirin ku, Ev hêzên baweriya xwe li Amerikayê tînin, Amerika wan naparêze
Di vê derbarê de esad dibêje: Amerikî dê we bi karbînin wek leyiztika we têxin berîkên xwe de.Niha dest pêkirine ku we li inek tiştan biguherin.Ji bilî dewleta we kesek nikare we biparêze.
Li himber vê yekê, fermandarê Amerîkî Paul La Camera ji rojnamevanan re ragihand, heger HSD bi rêjîma Sûriyê yan bi Rûsyayê re lihev kir, ew wek hevpeyman ji HSDê re namînin û dê hemû pêwendî û piştgîriya xwe jê re rawestînin.
La Camera dibêje yasayên Amerîkî hevpeymaniya bi Rûsya û hêzên Beşar Esed re qedexe dike.
Lê di heman demê de got, Amerîka dê berdewam be bi pirçekirin û rahênankirina HSDê, heger HSD wek hevpeymana wan man