Civak

Eşa me ji pera mestir e

Piştî komkujiya Roboskê hukumeta Tirkiye biryar da ku tazmînatê bide malbatên kesên qurbanî.Hukumetê biryar da ku serê malbatê 123 hezarên tirkî wek tazmînat bide malbatan. Dayîna tazmînatê bi xwe li xwe mukirhatine. Yanî hukumet bi awayekî qebûl dike ku kurdên sivîl  bê sedem hatinê kuştin. Hukumet ji bo tawana ku kirî tazmînatê dide.

Di vê derbarê de li ser navê malbatan Ebeydullah Encu got ku, berê her tiştekî çaresernake, bila lêpirsîn dawî werê û tawanbarên vê bûyerê bêne kifşkirin û pişre bila pirsa tazmînatê li gel me kiset bikin.

Herweha Encu da xuyakirin ku, em malbat feqîrin pereyên hukumet dide pereyek geleke, lê êşa me ji her tiştekî mestir e. Malbatan biryar da ye ku heta tawanbar neyên kifşkirin ew pera nastînin.

Di komkojiyê de kurê Ubeydullah Encu yê 12 salî Mehmet Encu jî jiyana ji dast dabû. Ubeydullah Encu got: Em insanên feqîrin eger em dewlumendbûna ji bo 50 lireyî me kaçaxî nakira. Rastî ji bo me pereyê hukumet wek tazmînat dide geleke, lê êşa me ji vê gelektir e.

 

Rojevakurd

 

Back to top button