PolîtîkRojev

Êş û bêhiya Roboskî berdewam e

10 sal berê niha, firokeyên cengî yên dewleta Tirk li Qilebanê (Roboskî) êrîş kirine ser xort û zarokên Kurd, ku bona bazirganiyê hatin-çûyina Kurdistana Başur dikirin. Di encama êrişa hanê da bedenê 34 kes ji wan xortan perçe-perçe bûn.

Paş deh salan jî êşa Roboski û bêhiya malbata qurbanan her berdewam e, ji ber ku berpirs, amadekar û cibe ci karên qetliema hanê nehatine diyar kirin, azad in û  di nav me da ne.

Karbidestên Tirkiyê, her wekî qetlîemên berê a dewletê, serpoşiya qetlîema Roboskî jî, kirin. 

Ne tenê nehiştin, ku efserên Tirk, ku destura êrîşê dane û beşdarê operasyonê bûne werin dadigeh kirinê, her usa hinek sazî û kes û malbatên qurbanan dane dadigehê. Ji ber ku bertek nişan dane û daketine kolanan û daxwaz kirine, ku encamderê qetliemê bêne eşkere û  dadigeh kirinê. 

Malbatên qurbanan hatine dadigeh kirinê ji bona ku dixwastin qetilên kurên xwe binasin.

Bona vê yêkê tawanbarê serekî dewleta Tirk e, hikumeta AK Partî ye.

Ji bona, ku heya niha jî berpirsên qetlîemê nehatine destnişan û dadigeh kirinê, dewlet li tawanê xwe mîkur nehatiye, bîrina Roboskî hê cebar nebûye û xwîn jê tê û bêhiya malbatan wê her berdewam be.

Di salroja xwe da Qetlîema Roboskiyê carekî dinê mehkum dikin.

Êşa malbata qurbanan êşa me ye û piştgiriya xwe li xebata wan dubare dikin, ku  bona destnîşan kirina kiryaran hewl didin.

Dewlet û hikumeta AK Partî ji bona ku qetliema bide ji bîr kirinê, gelek hewl didin.

Lê hemu hewl û cehda wan bedilhewa ye.

Em qetliema Roboskiyê ji bîr nakin û nahelin were ji bîr kirinê.

27 Sermawez 2021

PSK- Partiya Sosyalîsta Kurdistan

Ofîsa Ragihandinê. 

Back to top button