Ermenistan konsulxaneya giştî li Hewlêrê vedike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrên herêma Kurdistanê, roja 03.02.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Karîn Girêgoriyan sefîrê Komara Ermenistanê yê Îraqê û şandeya pê re kir.
Di dîdarekê de pêşvebirina têkeliyên herêma Kurdistanê û Komara Ermenistanê gotûbêj kirin û behsa nêzîkatiya kulturî û civakî di navbera xelkê Kurdistan û Ermenistanê de û tekîd li ser xwesteke her du aliyan ji bona pêşvebirina têkeliyan di warê cuda de kir.
Sefîrê Ermensitanê yê Îraqê got: Di meha hizîrana îsal de Ermenistan konsulxaneya xwe li herêma Kurdistanê vedike û di dawiyê vê mehê de dê heftiyê du car geştên asîmanî di nevbera Hewlêr û Êrîvanê de dest pê bikin.
Nêçîrvan Barzanî biryara Komara Ermenistanê ya vekirina konsulxaneya giştî li Hewlêrê û destpêkirina geştên asîmanî di navbera Hewlêr û Êrîvanê de bi biryarek giring nirxand û hevkarî û amadekariya hikûmeta herêma Kurdistanê ji bona cîbicîkirina biryarê nîşan da. Barzanî got ku şirket, kompanî û bazirganên ermenistanî dikarin li herêma Kurdistanê di warên cuda de sermayeyê xwe birazîn in û herêma Kurdistanê amadeya bi her awayî rê ji hatina wan re xweş bike.
28