Ji ber peymanên serbazî yên ku berdewam Îsraîl çek difroşe Azerbaycanê, Hikûmeta Ermenîstanê Balyozê welatê xwe yê li Televîvê vekişand, eve jî kêşeyeke dîplomasî ji bo Îsraîlê çêdike, ji ber ku tenê nêzîkî du hefteye Balyozê Ermenîstanê li Îsraîlê vekiriye.
Ermenîstan li roja 17ê Eylûla 2020 da Balyozxaneya xwe ya li Televîv vekir, lê belê roja dûşem 5ê cotmeha 2020 balyozê xwe vekişand û balkişand li ser wê yekê ku Azerbaycan k0ryarî çekî esîraîle û îsraîlîş berdewame le froştnî çek pêy.
Hikûmeta Ermenîstanê dibêje: Li gor zanyariyên îstîxbaratî û hewalgirî li çend rojên derbasbûyî de firokeyeke barhilgirê Îsraîlê ku çek û kelupelên serbazî hilgirtibû, ji Îsraîlê ve gihîştiye Azerbaycanê.
Azerbaycan li sala 2016 da bi bihayî çar milyar û 850 milyon dolar çek ji Îsraîlê kiriye ku drona cengî têda heye û Ermenîstan jî dibêje dronên Îsraîlî ji aliyê artêşa Azerbaycanê ve li şerê Karabax da têne bikaranîn.