Erka bingehîn a PKKê !
Eve demek e erkek din di asta herî bilin de ketiye li ser mile PKKê û hemû rûxistin û dezgehên girêdayî PKKê. Ev jî dijminatiya PDKê ye. Ji bo çi PKK bi hemû dam û dezgehên xwe ve şerê PDKê dike? Eger rastî armancek din a PKKê ji bilî dijitiya dewletbûn û destkeftiyên netewî yên Kurdistanî hebe, ji bo çi tenê bi dengek bilind di hemû imkanên xwe û hemû mecala xwe şerê PDKê dike?
Ji berî her tiştekî gerek bê tesbîtkirin ku, PKK di eslê xwe de di kesayeta PDKê de şerê destkeftiyên netewî û Kurdistanî dike. Di kesayeta PDKê de hewl dide Tevgera Azadiya Kurdistanê ji hev bêxe, bê bandor û tûne bike.
Heta li Kurdistanê ev tesbît neyê kirin, ne PDK û ne jî aliyên din ên siyasî ji derê PKKê nikarin bi zelalî rastiya heyî bibînin. Lê vê derê dixweyê wek pêwistiyekî derdikeve holê ku, divê behsa helwesta hinek kesayetên di nava PDKê de jî bê kirin. Gelek cara mirov dibîne ku, di nava refên PDKê de hinek kesên ku xwe zana yan jî rewşenbîr dihesibînin di medya civakî de wesfê hinek kiryarên PKKê didin. Yanî ev yek bi yek gotinekî tê terîf kirin. Ew kes ne xwe û ne jî PKKê dinasin.Ew li himber PKKê di nava kompleksî piçûkbîna siyasî de ne û ev helwesta wan ji kêm kesayeta wan derdikevepêş. Wek din tu terîfa vê tuneye.
Ji aliyek din hinek aliyên siyasî yan jî kesayetên ku, xwe wek rewşenbir yan jî akilmend dibînin, gelek cara wesfê PKKê didin. Di nava civatên teng de PKKê û kiryarên PKKê rexne dikin, lê derve wesfê siyaseta PKKê didin.
Îro tu armanca PKKê (HDP;PKÇ û hemû rêxistinên girêdayî PKKê ) li bakurê Kurdistanê nemaye, ew ne 61 lê 161 parlementerî jî rêkin parlementoya Tirkiye, tu karekî ji bo Kurda nakin û nekirine. Ew bi tenê xwe bi gotarên rojane, wek; demokrasiyê, wekheviyê,cumhuriyet a demokratik û wek din mijûl dikin û Kurda pê dixapînin. Bi hemû awayî xizmeta çepên netewîyên Tirk dikin û pişpalên Kemalîzmên e.
Di lîteratûra wan de, Kurdistan û destxistina mafên netewî tuneye. Ew tenê wek hêzek lejyoner ji bo berjewendiyên hinek welatan tevdigerin. Lê mixabin bi du tiştên bingehîn li ser piya disekinin. Yekemin imkanên gelek mezin di destê wan de hene, medyayek gelek berfireh ku li ser esasê dezenfarmasyon û derewa hatî avakirin propagandeyek bê sinor dike heye. Ji aliyek din ve welatên pişgiriya wan dikin baş wan bi kar tînin.
Duyem jî , mixabin helwesta aliyên din ên Kurdistanî li himber wan e. Xelkek ji tirsa newêre li dijê PKKê bisekine. Yanî tiştek xeribe dewletê bê sinor rexne dikin li himber dewleta dagirker her tiştî dibêjin, lê newêrin behsa PKKê bikin û newêrin PKKê rexne bikin. Ji ber ku rastî ditirsin û newêrekin. Lê şêv û roj li kûçeyên çayxana rûdinin û tavêjin PDKê û aliyên din ên derveyê PKKê. Ev trajediyeke lê mixabin rastiyekî ye jî.
Mixabin piraniya aliyên siyasî,çerçeweya ku PKK tayin dikê degotubêja dikin. Ev yek jî dibe sedemek ku, tu tacara bi gotubêjan nikarin rastiya pêwîst bibînin.
Divê di serî de li bakurê Kurdistanê wejînek çêbibe, Divê vêca xelkek ji xwewna mirinê hişyarbibin û li rastiya xwe xwedî derkevin.
Ev nivîs bi tenê çerçoveyek e, gelek berfireh ev babet bi sedan belga tê nirxandin . Lê gelek cara gotinek bes e, eger mirov têbigihe.
Nêrîn / Şirove
N.Firat