CîhanRojev

ERK: Bûyerên Covid ên li Almanyayê zêde bûne

 

Di van demên ku dên û bala cîhanê li guhertoya vîrûsa Erîs e, Enstîtuya Robert Koch a Alman ragihand ku bûyerên Covid ên li welêt di meha borî de zêde bûne.

Enstîtuya Robert Koch (ERK),ku berpirsê tenduristîya giştî ya Almanyayê ye, ragihand ku dozên vîrûsa Covid li welêt zêde bûne. ERK bi bîr xist ku di navbera 7-13 Tebaxê de 2,425 bûyerên Covid-19 hatine tomarkirin, ERK ragihand ku li gor pênc hefte berê nexweşên Covîd 19 duqat zêde bûye.

 Di hefteya dawî ya Tîrmehê de, hejmara bûyerên Covidê li dora 1,32 bû. Di raporê de hat diyarkirin ku tu delîlên girantir ên nexweşiyê tunene.  Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê (WHO) di daxuyanîya xwe ya destpêka meha Tebaxê de ragihandibû ku guhertoya EG.5 a bi navê Eris li zêdetirî 50 welatan tê dîtin.

Di daxuyanîya Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşan a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CDC) de, hat gotin ku Eris li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bilez belav dibe û hat gotin ku ji sedî 17ê bûyerên Covid-19ê yên li welêt ji vê cureyê derketine.

 

Back to top button