ERKA WELATPARÊZÎYÊ PARASTINA ARAMÎYA BAȘÛRÊ KURDISTANÊ YE!
Bindestkirin û dabeșkirina Kurdistanê ji derveyî îradeya gelê Kurd hatîye kirin. Bo vê çendêye kû kurd li dij dewletên dagirker û îradeya wan ya ne meșrû radiwestin bo bidestxistina îradeya neteweyî ya xelkên Kurdistanê.
Cihê șanazî û serbilindîyê ye kû xebata milletê kurd di van bîst salên dawîyê de gihiștîye qonaxek dîrokî. Li Bașûre Kurdistanê iradeya meșru ya netewî û sîyasî wek giringtirîn destkeftîyên xebata demokrasî û azadîya vê serdemê ye.
Heșkere ye kû pêşveçûnên aborî, civakî û siyasî li Bașurê Kurdistanê xofek mezin peyda kirîye bo dewletên dagirkerên Kurdistanê. Dewletên dagirker bi her awayî astengîyan derdixin bo kû deskeftîyên heyî têkbibin û bi taybetî jî îradeya meșru ya netewî û sîyasî lawazbikin li Bașûrê Kurdistanê.
Rewșa li Bașûrê Kurdistanê pêwistîya xwe bi xwedîderketinek gelemperî heye. Pêwistî bi yarmetîya welatparêzî, pêșdebirin, avadankirin û bihêzkirdina wê heye. Helwestek wisa erka her welatparêzê kurd û Kurdistanîyan li her çar bêșên Kurdistanê û li her cêgeyekî din yê cîhanê ye.
PDK-Bakur bi dengekî bilind bang dikê û dibêje; rêzgirtin li yasayên hukumeta herêma Kurdistanê di heman wext de parastina berjewendîyên Kurdistanî ye.
Îradeya meșrû ya netewî-sîyasî li Bașûrê Kurdistanê, îradeya hemwelatîyên Bașûrê Kurdistanê ye. Îradeya heyî, destkeftîyekê bo her çar beșên Kurdistanê û tevaya kurda li diasporayê.
Bașûrê Kurdistanê mala kurda, stara kurda ye.
Bo vê çendê pêwiste welatpparêz û dewletxwazên Kurdistanê bi hev re bêjin ”Erka welatparêzên Kurdistanê, parastina stara xwe, mala xwe ye.”
Erka kesayet, grup, hêz û partîyên ji Rojhilat, Rojava û Bakurê Kurdistanê rêzgirtin û yarmetî ye li yasayên hukumeta herêmê kû îradeya meșrû ya netewî-sîyasî ye li Bașûrê Kurdistanê.
Cihê mixabinîyê ye kû erkên welatparêzîyê ji teref hemî, kesayet, grup û rêxistinan de wekî dêt xwestin, nayên bicîhanîn. Xiyaneta 16.oktober 2017, dijatîya rêkeftina Şengal, teqandina borîyên petrola Kurdistanê û binpêkirina yasayên hukumeta herêma Kurdistanê nûmûneyên herî berçavin.
Bi taybet kiryarên PKK, mîna destdanîna ser gundên Kurdistanê, bace sitandin, zordarî û valakirina bi sedan gundan û dagirkirina Șingalê, tenha têkdanin di aramîya herêma Kurdistanê de.
Hêjaye li vira cardin werê dûbarekirin kû PKK ne hêzek yasayî ye û ne jî hevparê sistema meșrû ya niștimanî-sîyasî ye li Bașûrê Kurdistanê.
Sîyaseta kû hevkarî û biratîya gelê xwe naxwazê, di sîyaseta xwe ya ”biratîya gelan” de jî ne cihê bawerîyê ye.
Sîyaseta kû dewletbûna dagirkeran qebul bike, lê li dijî daxawaza gelê xwe ya dewletbûnê rawestê, bê goman ne cihê bawerîyê ye.
Em bang li her yek welatparêzên kurd dikin kû xwe ji ideolojîyên ûtopîk dûrbixin û tenha bi îradeyek azad xebat û xwedîtîyê bikin bo berjewendîyên Kurdistanî.
Em bang li hemî kesayetên welatparêz û hêzên sîyasî dikin bo rêzgirtin li yasayên hukumeta herêma Kurdistanê.
03.11.2020
PDK-BAKUR
PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ