Êrîşên li ser Rojava nayên qebûlkirin
Wezîrê Edaletê Marco Buschmann li ser navê hikûmeta Alman pirsên derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava bersivand û wiha got: “Ev êrîşên ku ji alîyê mirovahîyê ve hiqûqa navnetewî binpê dikin, nayên qebûlkirin”.
Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî wargehên sivîl ên li Rojava ji alîyê Parlamentera Partîya Çep Clara Bunger ve hat rojevê. Bunger bi bîr xist ku dewleta Tirk bi taybet ji 4ê Cotmeha 2023an û vir ve bi tundî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran dike û berê xwe da Wezîrê Dadê Marco Buschmann ê li ser navê Hikûmeta Federal bersiva pirsan dide û wiha got:
“Di van êrîşan de sivîl; jin û zarok hatin qetilkirin, binesazîyên jînwaran hatin bombekirin. Birêz Buschmann, dema behsa êrîşên li dijî Îsraîlê kir, gelo we diyar kir divê êrîşên ku hiqûqa navnetewî binpê dikin bê ceza nemînin. Her wiha Yekîneya Xizmetên Zanistî ya Meclîsa Federal berî niha ragihandibû ku Tirkîye bi van êrîşan hiqûqa navnetewî binpê kiriye. Baş e, birêz Buschmann, wek Wezîrê Dadê, hûn nabînin êrîş li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyê tên kirin. Ma ev ne binpêkirina hiqûqa navnetewî ye?”
DIVÊ HERÊMÊN SIVÎL NEYÊN BOMBEKIRIN
Wezîrê Edaletê Marco Buschmann ji bo pirsa Bunger a ji Partiya Çep ev bersiv da: “Ji alîyê însanî ve mijara hiqûqa navnetewî zelal û eşkere ye. Divê tu carî cihên sivîlan neyên hedefgirtin û êrîşkirin, binesazîyên sivîl jî neyên bombebarankirin. Heke êrîşên bi vî rengî çêbibin, ev yek ji alîyê mirovahîyê ve tê wateya binpêkirina qanûnên navnetewî”.
Endamê Partiya Demokrat a Azad (FDP) Buschmann diyar kir ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ji alîyê mirovahîyê ve nayên qebûlkirin û wiha dewam kir: “Niha di vê mijarê de agahîyên berfireh li ber destê min nîn in. Lê belê pêkanîna êrîşan li dijî hedefên sivîl tê wateya binpêkirina hiqûqa navnetewî”.