Civak
Erîşê serokê bajarvaniya Serêkaniyê kirin
Êrîşerek çekdarî li dijê serokê bajarvaniya Serêkaniyê yê AK.Partiyê hate kirin. Du birîndar hene.
Tayib Erdogan ji bo paropagandayê li bajarê Rihayê bû. Serokê bajarvaniya Serêkaniyê jî li gel karwanek otomobilê li Rihayê pêşwaziya Erdogan kir.
Dema bi karwanê otomobilan vegeriyan Serêkaniyê li ser rêya wan otobilek bombekirî hate teqandin û herweha ji dûrve hatin gulebaran kirin.
Serokê Bajarvaniya Serêkaniyê Menderes Atilla daxuyaniyek da û got ku şika wî heye ku ev êrîş ji aliyê PKKê ve hatiye kirin.