CîhanRojev

Êrîşê Peykerê Ataturk kirin!

Li herêma Trakya li bajarê Tekirdag a Tirkiye li du dibistana êrîşek birin ser peykerên Ataturk û peyker xira kirin û li ser hinek nivîs nivîsandin. Di nivîsan de dibêjin: “Yezdan çêkirina Put a qedexe kiriye”,”Misilman Put a çênakin”,” Atatukçîtî putperestiye”. Li Dibistana Yeni Çiftlik jî li bin peykerê Ataturk de nivîsîne ku ” Put a Firavun”

Bê guman ev cureyên êrîş û nivîsandin û herweha dîtinên di derbarê Ataturk de li Tirkiye gelekî girîngin. Ev bûyer li herêma Trakya li bajarê Tekirdagê pêkhatiye û li himber vê yekê tu gavek berbiçav nehatiye avêtin. Wek bûyerek ji rêzeye derbas dikin.

Lê eger ev bûyer li dibistanekî li bajarê Kurdistanê çêbûya dê di seride medya tirkî û siyasetmedara dinya bihejandan. Dê bi dehan kes bihatan binçav kirin, dê behsa dijminatiya Ataturk bikiran û her gotinek nijadperestî bi karanîbûna. Ji aliyek din ve dê ev bûyer bikiran pirsek û êrîşê Kurda û nirxên Kurda bikiran.

Back to top button