Erîşa YNKê şermezar dikin
Em êrişa li dijî xelkê Rojhilata Kurdistanê li kampa Azadî ye bi tundî şermezar dikin
Duh Sêşemî Hêzên Asayîş û Polîsên ser bi Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê – YNKê bi hênceta nearamîya nav kampê bi avayekî hovane êrişa xelkê nav kampê dikin û bêhurmetî bi jin û zarokan dikin.
Kampa Azadî li kêleka Hendirê bajarê Koyê Başûrê Kurdistanê ye kû bi sedan malbatên Pêşmergên Partîya Demokrata Kurdistan a Îranê ( PDKÎ ) têda dijîn,çend salên derbasbûyî jî Leşkerên Komara Îslamî ya Îranê derbasî nav axa Kurdistanê bûn û bi alîkarî ya YNKê êrişa vê kampê kirin ,lê Pêşmergeyên PDKÎ berxwedanekî mezin kirin û nehêlan Leşkerên Îranê bikeve nav kampê.
Em êrişa li dijî xelkê kampa Azadî bi tundî şermezar dikin û Her wiha bang li gelê Kurd dikin ku xwedî li Kurdên Rojhilatê Kurdistanê derkevin.
Tevgera Şoreşgerên Araratê
4ê Adara 2015 an