Pirtuk: Gotarxane

GOTARXANE JÎ DERKET

 

Ev pirtûka bi navê GOTARXANE, 303 kurtegotar in ku Zeynelabidin Zinar li rûpela xwe ya Facebookê, di sala 2013 û 2014an de weşandin.

Li dora 150 gotarî, ên sala 2013an in û yên dî sala 2014an hatine weşandin

Her gotarek bi naverokeke cuda hatiye nivîsandin. Bi piranî li ser Ziman û Çanda Kurdî ne. Herweha ev gotar rê li gelek babetên cihê vedikin ku xwendevan têkevin nava lêkolînên cihêawe û li xebata xwe berdewam bibin.

Balkêş e ku Zeynelabidin Zinar di serê her gotareka xwe de gaziya xwe gehandiye ciwanan û hêj domandiye.

Pirtûk 580 rûpel e, çapa wê 14 x 21 cm. ye, bergê wî rengîn û kaxezê navê jî ciwan û serik e.

Bi vê pirtûkê re jimara pirtûkên Zeynelabidin Zinar gehaye 123an.

Bi hêviya ku ev pirtûk ji bo hin gelşên Zimanê Kurdî bibe rêveker û ji bo Ciwanên Kurd jî bibe alîkar da ew jî karibin lêkolînên xwe bi awayekî rêkûpêk bidomînin.

 

PENCÎNAR Weşanxaneya Çanda Kurdî

Stockholm 04/ 03/ 2015
[email protected]

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: