Serokê Amerîkayê daxûyakirin ku, êrîşên ser grûpên çekdarên Şîe li rojhilatê Sûriyê, peyamek bû ji bo Îranê da ku bizanbe kiryarên wan wan bê ceza namînin. Di vê derbarê de Biden got: Divê Îran hişyar be, kiryarên Îranê bê ceza namînin ev peyamek vekiriye.
Li ser êrîşa li rojhilatê Suriye, wezîrê berevaniya Amerikayê Austin jî dibêje: Em piştrastin ku êrîşa me gihat armanca xwe. Em dizanin me çi bombebaran kiriye. Em pişrastin ku ew cihên hatin armanc kirin , bingehên grubên çekdarên Şîe yên bi kiryarên xirab kirîn bû.