Polîtîk

Erîşa li ser rojnemevanê kur li Rusya yê

Rojnamevanê kurd ji başûrê Kurdistanê yê Kurdistan 24ê  Xoşevî Mihemed, li Mosko ya patyexta Rûsyayê rastî êrîşekê hat. Çend roje li nexweşxaneya Butkîn li Moskoyê dihête çareser kirin û rewşa wî ne başe.

Li gor zanyariyên malpera me,  çend kesan Xoşevî biriye nav daristanekê û bo mirnê lêdane heta jê bêhêvî bûn  û laşê wî li wê daristanê hêlayîne.

Rojnamevan Xoşevî bi awayekî profesyonal karê xwe yê rojnamevaniyê dikir û çend caran raste rast pirs li ser mesela kurdî  ji Vlademir Putîn serokê Rusyayê  kirîne.

Malbata Xoşevî Mihemed , di daxuyanyekê da daxwazî ji serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û mekteb siyasya PDKê dike ku encamderên wê tawanê bihêne eşkerekirin û bigehin sizayên xwe.

Di medya Rusî de ev çend roje li ser hev di derbarê êrîşa ser rojnamevanê kurd Xoşevî Mihemed gelek zanyarî tên belav kirin. Lê medya başûr bi giştî û Kurdistan24 bi taybetî xwe li vê pirsê nekiriye xudan weku pêwîst be çewaniya çêbûna bûyerê û tawanbarên wê  ji raya giştîra nehatiye eşkere kirin.

Li gor hindek çavkaniyên, nûneratiya Hikumeta Kurdistanê li Moskoyê, PKK ev kiryar kiriye û PKK tê tawanbar kirin. Lê ev îdia heta niha nehatine piştrastkirin.

Nûnerê PDKê  li Rûsya, Xoşevî Babakir, êrîşa ser rojnamevanê kurd şermezar dike û daxwaz ji Yekîtya Rojnamevanên Kurdistanê û nûnerên çapemeniya Rûsyayê dike ku li hember vê tawanê dengê xwe blind bikin û  şermezar bikin.

Divê hemû rojnamevanên kurd û biyanî dengê xwe li hember vê êrîşê blind bikin. Ji ber Xoşewî di nav rojnamevanên biyanî bi teybet Rûsî jî yê naskirî bu.

Lê pirsa gelek balkêş eve:  Gelo çima kanala Kurdistan 24 li ser vê tawanê bê denge weke pêwîst li rojnamevanê xwe xwedî dernakeve?

Back to top button