Êrîşa li ser peyamnerê Rûdawê şermezar bikin!

Çekdarên PKKê li Şingalê êrîşê Timeka Rûdawê kirin û peyamnerên Rûdawê birîndar kirin. Herweha çekdaran dest danîn li ser otomobil û tiştên Tima Rûdawê. Li gora daxûyaniya Tora medyayî ya Rûdawê, çekdaran hewldane ku peyamner bikujin ,lê midexeleya xelkekî rê li vê yekê girtiye.

Ji berî Tima Rudawê herê devera Şingalê, Tirkiye êrîşê devera Şingalê kirîbû. Rûdaw bi mebasta şopandina vê bûyerê Timek a xwe rêkir Şingalê. Helwesta PKKê ya êrîşkar tê zanin. Lê li vê derê keşeyek heye. Ew jî ewe ku ew aliyên ku dema rojnemevanek tê girtin yan jî li dijê rojnemevanekî êrîşek tê kirin dikin qiyamet û bi dehan daxûyanî dertêxên, gelo li himber êrîşa li ser Tima Rûdawê û hewldana kuştina peyamnerên Rûdawê çi dibêjin?

Taybetî di vê derbarê de helwesta HDPê gelekî girînge. HDP çewe êrîşa Tirkiye ya li ser Şingalê şermezar dike, gerek bi tund tir êrîşa çekdarên YBŞê li himber peyamnerê Rûdawê jî şermezar bike. Heta ev bê dengiya li himber êrîş û kiryarên PKKê berdwam be, her tişta ku PKK û hemû aliyên bi navê cuda girêdayê PKKê HDP jî di nav de li himber civata Kurd û aliyên siyasî dike, dibe xwediyê rastiyekî.

Heta niha tişta ku di ragihandinê de dixweyê tenê Rêxistina parastina mafê rojnamevanan Navenda Metroyê êrişa li dijî tîma Rûdawê ya li Şingalê ji aliyê şervanên Yekîneyên Berevaniya Şingalê (YBŞ) ve şermezar kiriye.

Nerîna min :