Cîhan

Êrîşa DAIŞê ya li Moskowayê: 133 kesan jiyana xwe ji dest dan, 11 kes hatin girtin

Hejmara kesên ku di êrîşa li dijî salona konserê ya li paytexta Rûsyayê Moskovayê de jiyana xwe ji dest dan derket 133yan. Di dema ku hêzên ewlekarî yên Rûsî ragihandin ku 5 êrîşker bi cil û bergên kamuflej êrîş pêk anîne, DAIŞê berpirsatiya êrîşê girte ser xwe. Ji aliyê din ve Rêveberê Servîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê ji Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re ragihand ku piştî êrîşa li nêzî Moskowayê 11 kes hatine girtin.

Kremlînê ragihand ku di çarçoveya êrîşa çekdarî ya ku 133 kes tê de hatibûn kuştin, 11 kes girtin, di nav wan de 4 gumanbarên çekdar jî cih digrin.

Serokê dezgeha îstixbarata Rusya Alexander Bortnikov ji Serok Vladimîr Pûtîn agahdar kir ku kesên hatine binçavkirin “çar terorîst” in û ku dezgehê îstixbaratê ji bo naskirina hevkarên wan dixebitin.

Piştî êrîşê li salona konserê bi beşdariya pispor, krîmînolog û lêkolînerên Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê lêpirsîneke berfireh hat destpêkirin.

Back to top button