PolîtîkRojev

Êrîşa Bexdayê, nîşana bêwîcdanî û nemirovbûna terorîstan e!

Serok Barzanî di peyamekê de êrîşa teroristî ya li navçeya Sedir a Bexdayê bi tundî şermezar kir û ragihand, ev tawan, nîşana bêwîcdanî û nemirovbûna terorîstan e.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Gelek bi tundî wê êrîşa terorîstî şermezar dikim ku doh li bazareke bajarê Sadir li Bexda li ser welatiyên bê tawan hate kirin ku li encamê da dehan welatî şehîd û birîndar bûn.”

Serok Barzanî tekez kir, “Ew tawan nîşana bêwîcdanî û nemirovbûna terorîstan e ku li roja Erefê û li wê dema ku xelk xwe ji bo pêşwaziya cejnê amade dikir tawaneke diltezînê bi vî awayî encam didin. Ew dijminê ol û mirovayetî û pîroziyanin û ji hemû bihayek bêparin û divê baca wê tawanê bidin.”

Herwiha Serok Barzanî sersaxiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyan û şehîdên wê karesata diltezîn kir û got: “Dilê min li gel xem û êşên wan e û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdar im hedar û aramiyê bi wan bibexşe û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazim.”

Şeva borî Li bazareke navçeya Sedir a Bexdayê teqînek çêbû û di encamê de 35 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn. DAIŞê jî berpirsatiya xwe di ber teqînê de ragihand.

Back to top button