Êrîş birin ser avahiya PDKê
Berpirsê baskê Helebcê yê PDKê ragehand, şeva borî ji çar aliyan ve hin kesên xwe wek xwepêşander nasandine êrîş kirine ser binkeyê baskê 12 yê partiya wan a li Helebcê.
Berpisê PDKê yê baskê 12ê yê Helebcê Besam Elî di civîneke çapemeniyê de ragehand, şeva borî bi rêya motorsîkletan ve gule li binkeyên wan hatine berdan û piştre jî demjimêr 12:00ê şev ji çar aliyan ve êrîş li ser binkeyê wan hatiye kirin û çekên curbicur hatine bikaranîn û di encamê de zîrevanên binkeyê jî naçarbûn berevaniyê bikin.
Omer Ezîz/Bas
Herwaha spasiya wezîrê navxwe û parêzgerê Helebcê kir, ku li ser xet bûn û got: ‘’Spasiya berpirsê asayîşa Helebcê jî dikim ku bixwe nav binkeyê baskê 12ê yê PDKê de amade bû.’’
Besam Elî got, pir ecêbe çima tenê binkeyê partiya wan bûye armanc, ji ber PDK di îdareya xwecihî ya Helebcê de ne beşdare û ti qedemekî desthilatiya bajar de jî cîh nagre.
Besam Elî daxwaz kir kesên êrîşkarên ser binkeyê partiya wan û avahiyên hikûmetê bên destnîşan kirin û tedbîrên yasayî li hember wan bên girtin. Û got, tişta ku duh hatî kirin xwepêşandan bû û moleta wan a yasayî hebû, lê ‘’Tişta şev pêkhat ne xwepêşandan bû, çek bikarhat û dikare bê gotin ew êrîşa çekdarî bû li ser binkeyên hikûmetê û PDKê.’’