Ereb jî tevlî pêşmergeyan dibin û şerê DAÎŞ dikin
Cîgirê Berpirsê herdu eniyên Mexmûr-Guwêr red kir ku ti çekdarên DAIŞê li wir xwe dabin destê Hêzên Pêşmrge, lê dibêje 180 ereb tevlî Hêzên Pêşmerge bûne û şerê DAIŞê dikin.
Arêz Heso Mîrxan Cîgirê Berpirsê herdu eniyên Mexmûr-Guwêr ji KDP.info re ragihand: “Di dema borî de 150 welatiyên ereb li gundên derdora Mexmûr û Guwêrê hatine nav Pêşmerge û ligel wan şerê DAIŞê dikin. Herwiha piştî azadkirina wan 12 gundên navçeyê, di du rojên borî de 30 kesên din jî tevlî Pêşmerge bûne û çek wrgirtine da ku şerê DAIŞê bikin.”
Arêz Heso Mîrxan tekez kir ku, “Ew kes ne DAIŞ in, xelkê wê deverê ne. Hejmara wan bêhtirî 180 kesî ye. Rahiştine çek û wek Pêşmerge tên dîtin. Ew kes cihê baweriyê ne, di şerê me de em pişta xwe bi wan girêdidin ji ber ku ew dizanin kî ji xelkê wê deverê ligel DAIŞê ye û kî neligel wan e. Gellek ji wan li wir nemabûn û li Hewlêrê bicîh bibûn.”
Derbarê rewşa wê deverê Mîrxan wiha got: “Hejmarek zêde ji welatiyên kud vegriyane ser mal û milkên xwe, lê hîna li hinek cihan mayîn û bombeyên nepûçkirî hene, ku beriya 2 rojan fermandarekî Hêzên Pêşmerge bi navê Mihemed Bawe di dema pûçkirina mayînekê de şehîd bû.”