Ereb divê ji Kerkûkê derkevin
Di vê derbarê de, cîgirê serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê Rêbiwar Talebanî ji PNA re ragihand, ku hukûmeta Iraqê di maweya (muddeta) desthilatdarîya partîya Bees de, gelek xêzanên Ereb ji deverên dinên Iraqê veguhezt û anî nav Kerkûkê û li deverên ser bi parêzgeha Kerkûkê ve cih kir, da ku siyaseta Erebkirinê li parêzgeha Kerkûkê pêkwerê.
Di çerçova maddeya 140-ê de diviya ew ereb Kkerkşkê cih bihêlin û vegerin deverên ku jê hatîn. Ji bo vegerê her tiştên pêwîst destûrî pêkhatine, lê ereb hêjî venegeriyane cihên xwe.
Rêbiwar Talebanî got, ku ne ji mafê wan kesan e beşdarîyê di ti proseseka siyasî ya parêzgeha Kerkûkê de bikin.
Rêbiwar Talebanî weha jî da xuyakirin, ku wan heta niha ti biryar ji bo derxistina ewan kesan ji parêzgeha Kerkûkê nedane û weha jî got, ku ev yek ne di desthilatdarîya wan de ye û gerek hukûmeta Iraqa federal, li gora qanûnê û destûra Iraqê biryarên weha bide.
Ji alîyekî din ve, jêderekî encûmena parêzgeha Kerkûkê ji PNA re ragihand, ku di kombûna vê dawîyê ya encûmena parêzgeha Kerkûkê de biryar hat dan, ku ew li dadgehê gilîyên qanûnî li dijî wan ereban tomar bikin.
Nûçe: Muhemmed Ehmed / Dûzxormato