Cîhan

Ereb behsa serxebûna Kurdistanê dikin

Rojnama El Watan li Siudiyê di derbarê Kurdistanê de analizek belav kir. Rojnama El Watan, rojnameyek nîv fermiye û dîtinên hukumeta vî welatî dide nîşandan.

Rojname dibêje ku Serxwebûna Kurdistanê di berjewendiya Siudiyê de ye jî.

Herweha rojname di analîza xwe de dibêje ku eger Kurdistana serbixwe pêkwerê, dê destê Siudiyê li Iraq û Suriye bi hêzbibe û dê wek xencerekî be di pişta Îranê de.

Rojnameyê yê de tê kifşkirin ku dewletek serbixwe ya kurdî wê desthilata Tirkiye û Îranê li herêmê kêm bike.

Di analîza rojnameyê de ev tesbît jî hatiye kirin: “Kurdên Iraqê herêma xwe wek di nava sehrayekî de kirn bexçeyek. Ev serkevtina kurda piştê Musil hate dagirkirin derket holê. Hewldanên kurda ji bo dewletek serbixwe nesekiniye. Roj bi roj ev hewldana kurda bi hêztir dibe. Serokê herêma Kurdistanê ji dev serxebûnê bernedaye û dixwaze di vê derbarê de referandumekî pêkbîne“

Di dawiya analîza xwe de rojnama El watan dibêje: Divê em bersiva vê pirsê bidin. Dê serxwebûna Kurdistanê faydeyekî bide Siudiyê? yan na?Ji bo em pêwendiyên xwe herêma Kurdistanê re bi hêz bikin ne zûye. Em serxwebûna vê herêmê nexwazin jî dê her bibe. Veca em bixwazin jî, nexwazin jî….

Back to top button