Erdogan xwedî li navê Kurdistanê derket
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku Kemal Ataturk jî peyva Kurdistanê bikaraniye û got: ‘‘Kesên dijayetiya peyva Kurdistanê dikin, bila biçin serdema Osmaniyan dê bibînin ku Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê wek eyaleta Kurdistanê dihat binavkirin.’
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di civîna koma AKP’ê de axivî û bi bîr xist ku di sala 2009an de Projeya Biratî û Yekitiya Neteweyî dane destpêkirin û armanca projeyê jî ew bû êdî dayîk negirîn û wiha axifî: ’Me roja şemiyê evna dît. Hem li Diyarbekirê hem jî li Tirkiyê dayîk, zarok û ciwanan rondik barandin. Lê hemd ji Xwedê re ku ev rondik yên şahiyê bûn.’
Erdogan serdana xwe ya Diyarbekirê jî nirxand û kesên ji ber gotina wî ya ’Kurdistan’ wî rexne dikin re got: ’Eger CHP û MHP biçin kitêbxaneya parlementoyê li qeydên rûniştinên veşartî binêrin dê bibînin ku di qeydên destpêkê yên Parlementoyê de peyva ’Kurdistan’ hatiye bikaranîn. Hem di zebtan de, hem jî di axaftinên Mistefa Kemal de tiştê ku niha dijayetiya wê dikin dê bibînin. Dê peyva Kurd di wê parlementoyê de bibînin. Di wan zebtan de dê peyvên Gurcî, Laz, Ereb û Boşnak bibînin, peyva Kurdistanê dê di wan zebtan de bibînin. Di wan zebtan de gotina Enasir-i Îslamê jî dê bibînin.’‘
Erdogan wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘‘Kesên ku dîroka xwe nexwînin, nezanin, ji bilî cehalet û taritiyê tiştekî din nikarin bibêjin. Eger biçin serdema Osmaniyan dê bibînin ku Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê wek eyaleta Kurdistanê dihat binavkirin. Rojhilatê Behra Reş wek Laziztan dihat binavkirin. Ev mîrateya ku kalkên me dewrî me kirine. Hûn nikarin van tune bihesibînin.’‘
Erdogan behsa dîrokê jî kir û wiha pêde çû: ’Ev çar roj in em dibînin MHP di serî de siyasetmedar dîsan bi atmosfera aramî û biratiyê ya ku niha li Tirkiyê serdest e, nahisin. Dîroka me wek rêvebirên MHP’yî texµhin dikin di 12ê Îlona 1980’yî de dest pê nekiriye. Dîroka me berî 200 sal niha jî dest pê nake. Ji bo me dîrok, bi ketina Hz. Adem ya li ser rûyê erdî dest pê kiriye.’‘
Li ser nîqaşên cudaxwaziyê jî Erdogan got: ‘‘Gelo Mistefa Kemal jî cudaxwaz bû, parlementerên ku peyva Kurdistanê bi kar dianîn jî cudaxwaz bûn? Bi tirsê mirov nikare bibe dewleteke mezin. Kesên ji peyvan, ji terîman ditirsin, ji tabuyên ku bixwe derxistin ditirsin, kesên ku ji tirsên bixwe derxistibûn ditirsin, nikarin dewleteke mezin ava bikin. Bi fikrên biçûk mirov nikare karên mezin bike. Em ê mezin bifikirin, karên mezin bikin û armancên mezin bi dest bixin. Divê êdî em xwe ji vê yekê rizgar bikin; ji ber ku yekî stranek got, yekî cileke cuda li xwe kir, yekî tiştên cuda xwestin ev welat parçe nabe.’‘