Cîhan

Erdogan û Sûdanî Peymana Çarçoveya Stratejîk îmze kirin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî re civîya. Ofîsa Serokwezîrê Iraqê ragihand ku,Erdogan û Sûdanî dê “lihevkirina çarçoweya stratejî ji bo berfirehkirina hevkariyê” îmze bikin.

Li gel Erdogan, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Abdulkadir Uraloğlu, Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumaklı Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatîh Kacir, Midûrê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettin Altun û Şêwirmendê Polîtîkayên Derve û Ewlehiyê yê Serokomariyê Balyoz Akif Çagatay Kiliç.

Erdogan bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî re hevdîtin kir.

Hevdîtina Erdogan a bi Sûdanî re li Qesra Hikûmetê ya li Bexdayê di çarçoveya serdanên fermî yên Iraqê da ji çapemeniyê ra girtî hat kirin.

Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê da hat gotin, “Ji bilî hevdîtinên fermî yên dualî yên navbera Sûdan û Erdogan, wê di navbera herdu aliyan da di asta hikûmetê û wezîran da hevdîtinên berfireh bên kirin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo berfirehkirina hevkariyê di warê aborî, bazirganî, mijarên hevpar ên hawirdorê û herêmî de dê peymaneke çarçoveyeke stratejîk bê îmzekirin.

Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan roja Yekşemê ragihand ku “di warên enerjî, çandinî, av, tenduristî, perwerdehî û bi taybetî ewlehiyê de” dê nêzî bîst peyman bên îmzekirin.

Peymana Rêya Pêşketinê hat îmzekirin

Erdogan piştî hevdîtinan bi Serokwezîrê Iraqê Sûdanî re beşdarî merasima îmzekirina Peymana Rêya Pêşketinê bû.

Şandeke Îmarata Erebî jî beşdarî merasîmê bû.

Back to top button