Erdogan û serokê HUDA PARê civiyan
Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan li gel serokê HUDA PARê li Enqere hevdîtinek kir.
Serokkomar û serokê AKPê Erdogan û serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Enqere Kuliya serokkomariyê hevdîtinek pêkanîn.
Di vê hevdîtinê de behsa hilbijartinên 24ê Hezîranê hate kirin û li ser tifaqê hate xeberadan. Piştî hevdîtinê tu daxûyaniyek di derbarê naveroka civînê de nehat dayin. Lê dixweyê Erdogan ji bo hilbijartinên serokkomariyê pişgiriya HUDA PARÊ daxwaz kiriye.
HUDA PAR li gora daxûyaniya Dezgehê Bilind yê Hilbijartina nikariya tevlî hilbijartina bibe. Lê piştre partiyê îtiraz kir û li ser vê yekê Dezgehê Hilbijartina biryar da ku HUDA PAR dikare tevlî hilbijartinên serokkomarî û parlementoyê bibe.
Heta vê gavê HUDA PARê tu berendam ji bo serokkomariyê nedaye xûyakirin.