Erdogan serokwezîrê Iraqê Malîkî daweta Tirkiyê kiriye
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî daweta Tirkiyê kiriye. Pêwendiyên di navbera hikumeta navendî a Iraqê û Tirkiyê de, çendak bû ku, bi daxuyaniyên li dijî hev, ketibû pêvajoyeke neyînî. Bi taybet jî, ji bo piştgiriya Cîgirê Serokomarê Iraqê Tarik Haşîmî yê ku, ji aliyê Iraqê ve pêşiyê ji bo wî biryara girtinê û dûra jî cezayê dardakirinê hatibû girtin, Tirkiyê ji Iraqê nerazîbûn digirtin. Nakokiya di navbera dewleta Tirkiyê û hikumeta navendî a Iraqê de yek jî, nefta Kurdistanê bû. Hikumeta Iraqê, ji Tirkiyê dixwast ku, bi Herêma Kurdistana Federal re peymana mor neke û ji bo vê jî car caran Tirkiye hişyar dikir.
Gengeşiyeke di navbera Iraq û Tirkiyê de yeke din jî, serdana wezîrê karên derve yên Tirkiyê Ahmet Davutoglu a Kerkukê bû. Davutoglu, bê destûra Iraqê serdana Kerkukê kiribû û li ser vê, hikumeta Iraqê nota dabû Tirkiyê. Tirkiyê jî notaya Malîkî bi zimanekî tund bersivandibû.
Di mijara dawetkirina Malîkî de, rayedarekî Iraqî yê payebilind diyar kiriye ku, hîn ne teqez e ku Malîkî wê daweta Tirkiyê qebûl bike an neke.