Erdogan serokê Kurdistanê dawetê Tirkiye kir
Serdana Neçîrvan Barzanî ya Tirkiye, di vê prosesa nû ya Iraqê destpêkirî de gelekî giring e. Tikiye pêşwaziyek gelek germ û di mistewayek bilin li Barzanî kir. Nêçîrvan Barzanî li gel wezîrê derve û serokwezîrê Tirkiye Receb Tayîb Erdogan hevdîtin kirin. Herweha di çerçova civakî de jî hinek çelakiyên Barzanî çêbûn.
Piştî hevdîtina Neçîrvan Barzanî û serokwezîrê Tirkiye, Barzanî li gel hinek kanalên televizyonên Tirkiye, sedema serdana xwe û encama serdana xwe nirxand. Herweha medya Tirkiye ragihand ku, Erdogan serokê Kurdistanê Mesud Barzanî vexwandiyê Tirkiye. Ji aliyê Kurdan ve tu daxûyaniyên zelal di v î warî de nehatine kirin, dixweyê piştî helwesta serokê Kurdistanê dê daxûyaniya pêwist bê kirin.
Lê medya Tirkî dibêje ku ji niha ve Enqere amadebûnê ji bo pêşwaziya serokê Kurdistanê dike. Bê goman hatina serokê Kurdistanê di vê pêvajoyê de, dê gelek giring be.