Erdogan serdana Tahran kir
Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan serdana Îranê kir û ji aliyê serokkomarê Îranê Ruhani ve bi germî û rewresmek fermî hate pêşwazîkirin.
Pirsa Suriye û Yemenê du pirsên herî nakokîdarin di navbera Îaran û Tirkiyê de. Ji berî serdana Erdogan ya Îranê hinek parlementerên Îranî ji bo daxuyaniyên Erdogan daxwaz kirin ku ev serdan bête betal kirin.
Lê Ruhanê Erdogan vexwand Tahranê û hevdîtin pêkhatin. Erdogan bi şandek bilind serdana Îranê kir. 6 wezîrên girîng li gel Erdogan bûn.
Piştî hevdîtina Erdogan û Ruhanî konferansek çapemeniyê hate li darxistin.
Erdogan axavtina xwe de got:
Me îro hevdîtinek girîng pêkanî. Ji bo pirsgirêka li Yemenê bê çareserkirin em gelek bi biryarin. Rastî me hevdîtinek girîng kir. Herêma me di nava agir de ye. Me firsenda gotubîjê dît.
Divê pirsgirêka Irak û Suriye bête çareserkirin. Pêwiste em bikaribin aliyên şerê hev dikin bînin bahevûdin.
Di aliyê Ekonomik û bazirganiyê de em berê xwe berfirehtir bikin. Bila şûna Dolar û Ewro pereyên Tirkiye û Îranê li herdu welatan derbas bibe.
Serokkomarê Îranê Hasan Ruhanî jî di derbarê pirsgirêka yemenê de got: Bila herdu alî agirbestekî pêkbînin. Em hewlbidin arikariyên mirovatî bighin Yemenê û her pirsgirêka heyî bi hevre çareserbikin.
Piştî hevdîtinên herdu serokkomaran hevdîtin di navbera heyetên van welatan de destpêkir.