Erdogan pişgiriyek bi hêz da daxûyaniyên Bahçelî
Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan der barê gotinên Serokê MHPê Bahçelî yên der barê Abdullah Ocalan da wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku nirxandina nêzîkatiyên dawî yên ku di bin pêşengiya hevkarê me yê Tifaqa Gel de li ber çavê vê berfireh tê meşandin dê bikêr be.”
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di resepsiyona ku ji bo 29ê Cotmehê Cejna Komarê ya ku îsal 101emîn hat pîrozkirin de li Kuliyeya Serokomariyê hat lidarxistin de axavtinek kir.
Erdogan di axaftina xwe de piştgirî da daxuyaniyên Devlet Bahçelî yên di derbarê Ocalan de gotîn. Ev yek wek helwesta Tifaka Gel bi navkir.
Erdogan got: “Em di serdemekê de ne ku li cîhanê û herêma me geşedanên dîrokî diqewimin û deriyên ji nû ve avakirina siyasî û aborî vedibin. Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku di bin pêşengiya hevpeymanê me yê Tifaqa Gel de, bêyî pêşdarazî, nêzîkatiyên vê dawiyê binirxînin dê sûdmendtir be.”
“Heta ku em eniya navxweyî bi hêz bihêlin, ne rêxistinên terorîst û ne jî hêzên xerab ên ku wan bi ser me ve dehf didin dê nikaribin serkevin. Ev milet miletekî qedirbilind e ku di her serdemên dîrokê de bi serxistina hemû êrîşên ku rastî wan hatiye, ji axa xwe şînbûye û rabûye.
Pêdiviya mejiyê dewleta qedîm û aqilmendiya miletê me ye ku bi ezmûna hezar salan hatiye safandin.. Em ketine rewşek ku li şûna guhnedana pirsgirêkan, divê em îradeyek bi biryar nîşan bidin û pirsgirêkan çareser bikin.