Cîhan

Erdogan operasyona bejayî de bi israr e: Em ê li Sûriyeyê gavên nû biavêjin

Serokomarş Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniya xwe ya piştî Civîna Kabîneyê de, der barê operasyona bejayî ya nû ya ku tê plankirin li bakurê Sûriyeyê êrojavayê Kurdistanş were kirin de peyamên girîng da. Erdogan wiha got: “Em ê gavên nû bavêjin da ku valahiya di xeta xwe ya ewlehiyê ya 30 km kûrahiya Sûriyeyê rakin.”

Erdogan piştî Civîna Wezîran a dawî ya ku li Kulliyeyê hat lidarxistin daxuyanî da û destnîşan kir ku wê li bakurê Sûriyeyê operasyoneke bejayî ya nû were destpêkirin.

Daxuyaniya Erdogan wiha ye:

“Em ê gavên nû bavêjin da ku valahiya di xeta xwe ya ewlehiyê ya 30 kîlometre kûr de bigrin da ku xetereyên li ser welatê me bi taybetî ji Sûriyeyê bi tevahî ji holê rakin. Di vê çarçoveyê de em ê bikevin qonaxeke nû ya têkoşînê ku wê hêza çekdarî ya rêxistina terorê, hemû çavkanî û binesaziya wê ya ku hêz û destekê jê distîne tune bike.”

Back to top button