CîhanPolîtîk

Erdogan ne serokkomarê mine, ew yê AKPê ye

Liser êrîşa Tirkiye ya Efrînê  li Tirkiye di navbera aliyên siyasî de gotubêjin  tund têne kirin. Li Tirkiye hemû partiyên siyasî ji bilî HDPê pişgiriya xwe ji bo êrîşa Efrênê dane diyarkirin.Gelek cara di axavtina xwe de serokkomarê Tirkiye Erdogan bi tundî serokê CHPê rexne dike û wî bi hevalbendiya“teroristan“ itham dike.Duh axavtinek ya xwe de Kiliçdaroglu bersiva Erdogan da û got: Em bi hemû awayî pişgiriya operasyona Efrînê dikin. Serkeftina Efrînê ne serketina AKPê ye, serkeftina Artêşa Tirkiyeye. Em naxwazin Erdogan navê Artêşa Azad û Artêşa Tirkiye li gel hev kar bîne.Berdewamiya axavtina xwe de Kiliçdaroglu got: Tayib Erdogan ne serokkomarê Tirkiyeye û ne serokkomarê mine jî. Ew serokkomarê AKPê ye.

Back to top button