Berpirsên yekitiya pizijkan hatin girtin

Li himber êrîşa Tirkiye ya li ser Efrînê, li Tirkiye Yekitiya Pizijkên Tirkiye daxûyaniyek belav kirîbû. Di daxûyaniyê de behsa zerera şer dihat kirin û herweha behsa bandora şer li ser jiyan û tenduristiya xelkê hatibû kirin.Yekitiya Pizijkên Tirkiye dabû xûyakirin ku , şer pirsgirêka tenduristiya xelkê ye.Li ser vê daxûyaniyê li Tirkiye gelek gotubêj hatin kirin. Heta serokkomarê Tirkiye Erdogan û wezîrê tenduristiya Tirkiye û gelek berpirsên hukumî li dijê pizijkan daxûyanî dan û hinekan ew bi xiyanetê itham kirin.Piştî van daxûyaniyan dozera di derbarê 11 endamên nawendî yê Yekitiya Pizijkan de biryara girtinê dan.Di listeya girtiyan de navên, Serokê Yekitiyê Prof. Dr. Raşit Tükel, Sezai Berber, Sinan Adıyaman, Selma Güngör, Şeyhmus Gökalp, Hande Arpat, Ayfer Horasan, Taner Gören, Funda Obuz, Yaşar Ulutaş û Nazım Yılmaz heye û vê sibehê serokê Yekitiyê Prof. Dr. Raşit Tükel li mala wî girtin û birin.

Nerîna min :