CîhanRojev

Erdogan: Me êrîşê seyrangaha Zaxo nekiriye!

Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan di kanala fermi ya dewletê TRTê de bersiva pirsên rojnemevana da û di derbarê rojeva siyasî de axxivî.

Çend rojnemevana pirs ji Erdogan kirin ewî jî bersiva wan da û behsa hinek pirsgirêkên ku di rojevê de vê dawiyê têne gotubêj kirin kir.

Erdogan behsa topbarana seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê ya 20ê Tîrmehê ku di encamê da 9 sivîlan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 30 sivîl jî birîndar bûn jî kir û vê derbarê de got: “Ev dişibe çalakiyên asayî yên terorî yên PKK/YPG-PYDê. Em ne xerîbê vê yekê ne. Me ji Amerîkiyan re û ji Rûsyayê re jî got, binêrin, wisa ye, neyên xapandin. Me ev yek ji dostên xwe yên Iraqî re jî gotin.”

Berdewama axavtina xwe di derbarê mijarê de Erdogan got:  “Em nikarin li hember hevalên xwe tiştekî wiha bikin lê ev yek ji çalakiyên asayî yên rêxistinên terorê ye. Armanc xirabkirina peywendiyên baş ên Tirkiye û Iraqê ye. Li ser vekişîna Iraqê ji turnuvaya Konyayê daxuyanî dane, ez ber ketim. Divê Iraq gaveke wiha neavêje. Min ji hevalan re jî got. Têkiliyê daynin, bila daxuyaniyê vekişînin. Ez ji bo kesên li Iraqê canê xwe ji dest dane rehma Xwedê û ji malbatên wan re jî sersaxiyê dixwazim.”

Back to top button