Polîtîk
Erdogan li Îranê bû
Serokwezîrê Tirkiye Tayib erdogan li gel komek wezîr serdana Îranê kir. Erdogan piştî civina li koreya Başûr yekser çû Îranê. Li Îranê li gel rayadarên Îranê û li gel serokkomarê Îranê Ahmedî Nejad hevdîn kirin.
Di serdana Erdogan de pêwendiyên Îranê li gel welatên Rojava û herweha pirsa çêkirina çekên nukleer hate rojevê. Erdogan hewl dide ku Îranê û Amerîka û welatên ewropayî di civînekî de li Satanbulê bigihînê hevudin.
Herweha pirsa Suriye di van hevdîtinan de bûye pirsa sereke. Îran bi hemû awayî pişgiriya rejima Bişar esad dike û Tirkiye dixwaze ew rejim biruxe. Wek tê zanîn siyaseta Amerîka ya herêmê piranî ji aliyê Tirkiye ve tê rêvebirin.