Polîtîk

Erdogan li Diyarbekirê bû

Serokkomarê Tirkiye û serokê AKPê Tayib Erdogan di çeçovaya propaganda hilbijartinan de duh li Diyarbekirê bû. Erdogan di axavtina xwe ya li Diyarbekirê, piranî behsa xizmetên ku di dema AKPê de hatîn kirin kir.

Di derbarbarê HDPê de jî da xûyakirin ku, ew ji şaradariya fam nakin. Ev karê meye, Ew xirab dikin , em ava dikin.

Erdogan di derbarê kurdan de jî got: Di dirokê de rêxistina herî zilma mezin li Kurda kirî PKK ye. Parastina hiquqê kesekî ne derdî PKKê ye. Em di sendoqan de sileyekî li van bidin.Ew dixwazin vî milletêtî parçe bikin.Dibêjin me pişta xwe daye PKKê û PYDê. Ez jî dibêjim ku min pişta xwe daye birayên xwe yên Diyarbekir û Xwedê.Me ew li Cudî, Gabar û Tendurekê xilas kirin. Emê li Qendil jî wan xilas bikin. Em naxwazin birayên me yên kurd li Suriye, li Iraqê bibin leyiztikên emperyalistan.

Erdogan di derbarê kurdan de li Diyarbekirê gelek tişt negotin. Herweha tu peyamek jî neda. Tenê ji axavtinên xwe yên li bajarên Tirka dikira nermtir bû.

Li Diyarbekirê rewş kifşe HDP li pêş e. Lê di rastiya xwe de ji bo pirsa kurd û ji bo destkevtiyek bona kurda , tu partiyek ne xwedî projeyeke. Eger mirov li gora brjewendiyên netewî û Kurdistanî nirxandina bike, tu cudabûn navbera van partiyan de tuneye. Vêca tenê dimîne pirsek? Gelo dê kî behtir xizmetê li bajaran re bike.

Back to top button