Erdogan li Diyarbekirê bû
Serokwezîrê Tirkiye Receb Tayîb Erdogan îro li Diyarbekirê bû. Ji berî Erdogan bê Diyarbekirê, hinek esnafan dikanên xwe girtin. Hinek ji xelkê taybetî di navçeya Baxlera xwepêşandan pêkanîn. 500 metreyî nêzikî meydana ku Erdogan axavtina xwe bike bombeyek ya deng teqiya. Erdoga li Diyarbekir gelek rexneyên tund li BDP-ê û CHP-ê kirin.
Erdogan bi kurtahî di axvtina xwe de got:
CHP-ê zimanê kurdî qedexe kir, ev li Diyarbekirê li îkencê û bîrên asîtê xwedî derketin.
Me digot Diyarbekir û Wan, lê ewa digot Silîvrî.
Me hewl dida ku em pirsa kurd çareser bikin, CHP di rêya me de dibûya astenga herî mezin.
Ev bi çi rûyê derdikevin himber hewe. Niha BDP, li van xwedî derdikeve.
Li Elezîzê yekê BDP-ê got ku wê pişgiriya MHP-ê bikinkaseta dengî vî belav bû.
CHP û BDP faşîstiyek sivîl dikin.
Hun bi tirsê dikanan diudin girtin. Ma ev xwediyê dikana ne kurdin? Ev çewe hun hij kurda dikin?
Çikas em dibêjin ku bila genc nemirin, MHP û BDP gotin şer nemînê emê xwe çewe xwedî bikin.
Min sala 1005-ê çi gotibê ez li ser gotina xwe me. Me pirsa kurd heta redeyekî çareser kiriye îmê hêja bikin.
Heta kengî emê behsa pirsa kurd bikin? emê çareserbikin ku kesek hêdî behsa pirsek halê neke.
Pirsa kurd çareser bibe, dê BDP bê kar bimîne. BDP dixwaze li ser vê axê xwîn hebe. Çikas em behsa azadiya dikin ew ne rihet dibin