Erdogan leşker rêz kirin
Li Tirkiye Çûra bilin a leşkerî civiya. Lê îsal ne wek sala civîna şûra bilin pêk hat. Ji berî niha protokola civîna Şûra Bilind a Leşkerî cuda bû. Serokwezîr û Serfermandarê hêzên çekdar li tenişta hevûdin rûdiniştan û biryar her demî biryara leşkeran bû. Piraniya cara serokwezîr tiştek ne bixwesta jî tenê dikariya şerê xwe yê muxalefetê deynê.
Ev bi salan li Tirkiye welê çêbûye. Lê piştî civîna Şûrayê ya bilind di meha Tebaxê de pêkhatî û serfermandarê hêzênçekdar mecbûr ma xwe ji karê xwe da aliyekî û serfermandarêek nû hate tayîn kirin, wesayeta leşkerî şkest û hêdî mirov dizanê leşker di bin fermana hukumetê û serokwezîr de kar dike.
Vê carê dema Erdogan hat avahiya fermandariya leşkerî bi rewresmek fermî ji aliyê serfermandarê hêzên çekdarên tirk ve pêşwazî lê hate kirin. Ev yek bi xwe jî gelek balkêş bû.
Ev yek jî vekirî dixweyê ku Erdogan leşker anîne rêz ê..
Rojevakurd