Polîtîk

Erdogan: Ku pêdivî pê hebe ez ê MÎTê bişînime Îmraliyê

Serokwezîrê Tirkiy Recep Tayyip Erdogan, li ser rêya vegera li Bakuyê, di balefirê de daxuyaniyên girîng yên di derbarê pirsgirêka Kurd de da rojnamevanan. Erdogan, bi daxuyaniya xwe nîşan da ku niha ew, bi çavekî erênî li hevdîtinên bi Îmraliyê re dinêrin. Erdogan wiha gotiye: Ger ku xwîn dike bisekine, MÎT kare biçe Îmraliyê. 

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, piştî beşdariya civîna Teşkîlata Hevkariya Aborî a ku li paytexta Azerbeycanê li Bakuyê hate lidarxistin bû, li ser rêya vegerê, di balefirê de, bi rojnamevanên ku beşdarî gera wî bûbûn re sohbetek lidarxist. Di wê nêvengê de daxuyaniyên di derbarê bi Îmraliyê re hevdîtinan de jî dane. 

Li gorî nûçeyên ku diçapemeniyê de hatine weşandin, Erdogan wiha gotiye: Ku pêdivî, sibe bi çûyina Îmraliyê hebe, ez ê bi misteşarê MÎTê re bibejim, “ku çi pêwiste bike.” Bes ku xwîna tê rijandin, bê sekinandin. Têgeha ku vê wek, piştgiriya terorê dibîne, gellekî şaş in.”  

Back to top button