Polîtîk

Erdogan ji wek Kenan Evrene

Seroka gruba BDPê û parlementera Igdirê Perwîn Buldan di kongreya BDPê ya bajarê Manisa de axavtinek gelek dijwar kir.

Buldan got bila kesek xwe nexapîne, heta Ocalan bi temamî neyê azad kirin ne aşitî çêdibe û ne jî tu çareserî pêktê.

Buldan di axvtina xwe de got: Ji îro pêde em ji prensîbên xwe tu tawîzan nadin. Vî gelî dema Kenan Evren û Tansu Çiler de se rê xwe netewand. Îro jî di dema Ak Partiyê û Receb Tayib Erdogan de jî çoka xwe naşkîne. Ez dixwazim vekirî bejim tu ferqa Erdogan û Kenan Evran û Çîler tuneye.

Hevdîtinên li gel Ocalan encama grevên birçîbûnê destpêkirin. Birêz Ocalan serokê PKKê ye, serokê gerilaye. Heta ew azad nebe tiştek çinabe.

Back to top button