Erdoğan, ji bona Öcalan û Demîrtaş çi got û çi hat fahm kirin?
Her çiqas Öcalan di pêvajoya çareserî de du alî dilîst û wî jî nedixwest ku pêvajoya çareserî biçe serî, diyar e ku ji Hikûmetê re diyar dike ku Selahaddîn Demîrtaş pêvajoya çareserî xirab kir. Ezê ji wî hesap bipirsim.
Îbrahîm GUÇLU
Wek tê zanîn, di Împerataiya Osmanî û Dewleta Tirk ya Kemalist de du ahlak û babet û awayê siyasetê hebûn. Lê siyaseta Dewleta Tirk ya Kemalîsta di hûndirê împeratoriya Osmanî de bi destên û bi çanda Îttîhat Terakîciyan dest pêkir, pêş ket û di avabûna Dewleta Tirk ya Kemalîst û kolonyalîst de desthilatdar bû.
Di dewleta Tirk ya Kemalîst de siyaseteke tekane û otorîter û faşîst hat domandin. Loma jî ji hêzên mixalefet re jiyan tune bû û dema mixalefet derket holê, wê demê mixalefet bir riya mîlîtarîst û bi zora dewletê ji holê hat rakirin.
Di sala 1946an de dema sîstema pir partîtî ava jî bû, du babetên siyasetê li Tirkiyeyê hatin meşandin.
Babeteke siyasetê, tehdît, şantaj, dûrutî, felbazî, komplo, tirs çêkirin,derew, manîpûlasyon bêexlaqî bû.
Babeta siyasetê ya duyemîn jî, bi zorê siyaset meşandin û bi darbeya leşkerî hûkûmet guhertin û mixalefetê ji holê rakirin bû..
Lê heta ev demê dawî babeta duyemîn di encamê de serkeftî bû. Darbeyan îş hal dikir. Dawiya siyasetê dianî.
Lê Tirkiyeyê di deh salên û an jî 5 salên dawî de, siyaseta darbeyê bû awayê siyasetê ya duyemîn.
Awayê siyasetê ya yekemîn, tehdît, şantaj, dûrutî, felbazî, komplo, tirs çêkirin, bêexlaqî, derew, manîpulasyon bû awa û babeta yekemîn.
Loma jî dema li Tirkiyeyê siyaset baş bê şopandin, ew babeta siyasetê gelek bi hêsanî tê tespıt kirin.
Ji bona Desthiladarî û hihûmetê jî û mixalefetê jî awa û babeta yekemîn, bû babeta siyasetê..
Loma jî dema li Tirkiyeyê siyaset baş bê şopandin, ew abeta siyasetê gelek bi hêsanî tê tespıt kirin.
Desthiladarî û hihûmet li dijî mixalefetê, mixalefet li dijî desthilatdarî û hikûmetê babeta duyemîn ya siyasetê pêk tîne. Herdu teref hevûdu tehdît dikin.
Bi taybetî jî di van mehên dawî de ev babeta siyasetê b gelek aşkere li ber çavan û bê fedî û bê şerm tê meşandin.
Serokkomar R. T. Erdoğan her çiqas nav neda be jî, Selheddîn Demîrtaş qesit kir got ku “Yê li Edîrne (behsa Demirtaş dike), dê hesabê herî mezin bide yê li Îmralî ye (behsa Ocalan dike). Herkes welê dizanê ku rewşa wan (Yanî rewşa PKK/HDP) gelek baş e. Lê di nava wan de jî nakokiyên mezin hene. Wê vê muhasebe bi hevre bikin.”
Hiç şik tune ye ku wek serokkomar R.T. Erdoğan di nav PKK/HDP’e çi dibe û dê çi bibe, bi awayewkî îstîxbarî dizane. Lê agahdariya mezin ya li cem wî û hikûmetê ez di wê baweriyê de me ku ji Öcalan digrin.
Ew nêrîna jî girêdayî helwest û piştgiriya PKK/HDP ya ji “Tîfaqa Milet” hate rojevê.
Gor baweriya min gotina Erdoğan, di esil de ji Tîfaqa Milet re ye. Ji wan re dibêja ku “zêde bi PKK/PYD bawer neke û bi hêza wan wan nebêjin ku emê qezenç bikin, divê hûn baş bizanin ku di nav PKK/PYDê de yekîtiyek tune ye. Di nav wan de nekokiyeke xûrt heye. Dur nîne ku PKK/PYDê parçe jî bibe.”
Erdoğan bi taybetî jî, ji Tîfaqa Milet re dibêje ku “zêde bi Selahaddîn Demîrtaş baweriya xwe nînin. Ew bi xwe di xeteriyê de ye û ew bi xwe di rewşeke xirab de ye. Lewra ewê hîn hesab bide Öcalan.”
Her çiqas Öcalan di pêvajoya çareserî de du alî dilîst û wî jî nedixwest ku pêvajoya çareserî biçe serî, diyar e ku ji Hikûmetê re diyar dike ku Selahaddîn Demîrtaş pêvajoya çareserî xirab kir. Ezê ji wî hesap bipirsim.
Tê zanîn ku Selahaddîn bi serê xwe ne tiştek e. Ew bi Öcalan, PKKê çêbû û nasname qezenç kir.
Hikûmet jî dibêje ku tiştê Ocalan dibêje rast e.
Lê di daxuıyaniya Demîrtaş de hat gotin ku ““ezê hesap bidim gelê xwe, parlamentoyê, mahkemeyan, partiya xwe.”
Ew ne parlamenterê loma hesabekî bide parlamentoyê tune ye. Madem hesap dixwaze bide dadgehê nûha dide. Ew tê wê wateyê ku ew bi darizandina xwe razî ye. Hesap dayina gel ya wî çîrok e. Heger hesap bide gel, gel cizeyeke mezin dide wî.
Diyar e ku ew bi partiya xwe HDPê û Qendîlê bawer e. Partiya wî hesap ji wî napirse.
Loma jî xwedê wî y” berê Öcalan ji bona wî bêqiymet e.
Ev daxuyaniya Demîrtaş jî diyar dike ku di navbeyna Öcalan û Qendîlê de nekokî heye. Gelek baş jî tê zanîn ku Qendîl demeke ku Öcalan ji tiştekî nahesibîne. Tiştên ew dibêje pêk nîne.
*****
Piştî daxuyaniya Erdoğan Mamustayê zaningeha Munzir a Dersimê Prof.Dr. Ali Kemal Özcan di derbarê gotina serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan de şiroveyek balkêş kir.
Sala 2019ê dema hilbijartinên şeredariya çêbûyin Ali Kemal Ozcan li Îmralî serdana Ocalan kir û Ocalan nameyek dabû Ozcan. Ocalan di nameya xwe de ji HDPê daxwaz kirîbû ku, di hilbijartinên şeredariyan de bê alî bimînin. Ev name ji aliye Prof.Dr. Ali Kemal Ozcan ve hatîbû eşkerekirin.
Di derbarê axavtina Erdogan ya roja 12.01.2022ê de Özcan bersiva pirsen Medyascopê dan û got: Ez nizanim mebesta Erdogan çiye. Ma tene Erdogan vê yeke dizane? Dema Selahatin Demirtaş ji hepse derkeve, ji Ocalan wêde dê gele Kurd jî jê bipirse te ji bo çi got: “ Em te nakin serok“
Ozcan dibêje ku, berpirsê têkçûna pêvajoya aşitiyê Demirtaş e. Demirtaş ji hepse derkeve nikarê canê xwe biparêze. Yê ku bikaribe canê wî xilas bike Abdullah Ocalan e.
Ew nêrînên Özcan jî derdixe holê ku Öcalan gelek tişt di derberê Selahaddîn Demîrtaş de dayê wî jî.
Nêrînên Erdoğan tîne ser zimên jî vê jêder in.
Diyarbekîr, 21. 01. 2022