PolîtîkRojev

Erdogan ji bo operasyona başûrê Kurdistanê daxûyanî da..

Artêşa Tirkiyê li navçeyên Avaşîn, û Zap û Metînan a Başûrê Kurdistanê dest bi operasyoneke leşkerî dike û serokkomarê Tirkiye li gel nawenda operasyonş axivî.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyp Erdogan bi rêya vîdeo konferansê, bi Navenda Fermandayê ya operasyona li başûrê Kurdistanê re pêwendî danî. Erdogan bi Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, Sererkanê Tirkiyê Orgeneral Yaşar Guler û fermandarên hêzan re axivî. 

Erdogan got: Li dijî metirsiyên li ser ewlehiya wî welatî gef e” dê têkoşîna xwe berdewam bikin û got: “Em rijd in ku koka terorê biqelînin û welatiyên xwe ji belayê terorê xilas bikin. Tirkiye wekî her heyamê, îro jî bêyî ku ji nirxên mirovî yên wekî heq, hiqûq, edaletê dûr bikeve têkoşîna xwe didomîne. Armanca me ew e ku hebûna terorê ya hewl tê dayîn ku li sînorên me yên başûr bên avakirin bi temamî ji holê bên rakirin û tehdîd bên berterefkirin.

Erdogan diyar kir ku artêşa Tirkiyê duh êvarê li dijî gerîlayên PKKê li Başûrê Kurdistanê operasyona bi navê “Pencik-Birûs” da destpêkirin û got ku “Di operasyona ku ji bejayê û asîmanan ve sitargeh û şikeft tên gulebarankirin de heta niha gelek terorîst hatine berterefkirin. Ev oeprasyona di çarçoveya rêzgirtina yekîtiya axa Iraq a cîranê me de tê kirin dê ji bo ku li herêmê aştî û aramî bê avakirin piştevaneke girîng be. Ne di dahatûya Tirkiyê de ne ya Iraqê de ne jî ya Sûriyê de tu carî cihê rêxistina terorê ya dabeşkar nîne. Em ê heta ku koka van kujerên ku ji xeynî xwîn, hêstir û xirabûnê tu tişt neanîn herêma me biqelînin dê vê têkoşîna xwe bidomînin.”

Ev yek di demekê de ye ku medya nêzîkî PKKê belav kiriye ku artêşa Tirkiyê li navçeya Avaşîn a Başûrê Kurdistanê dest bi operasyoneke leşkerî kiriye.

Li gor zanyariyan serê sibeha îro 24ê Nîsana 2021ê artêşa Tirkiyê li bilindahiyên Mam Reşo li devera Avaşîn li sînorê îdareya parêzgeha Duhokê bi helîkopterên corê Skorsky leşker danîne, ev jî piştî wêya ku derengê şeva borî bi rêya helîkopterên corê Kobra ew navçe bi dijwarî bordûman kiriye.

Back to top button