CivakRojev

Erdogan ji bo çalakiya ‘wêjeya Kurdî’ peyamek da

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ji bo çalakiya “Wêjeya Kurdî ya Klasîk û Şarezayên Kurdî” peyamek da.

Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan, ji bo çalakiya “Wêjeya Kurdî ya Klasîk û Şarezayên Kurdî” a ku di çarçoveya Festîvala Çanda Rê ya Wanê de hat lidarxistin, peyamek da. Li gor daxuyaniya Wezareta Çand û Tûrîzmê, di roja şeşemîn a Festîvala Çanda Rê ya Wanê de çalakiya “Wêjeya Kurdî ya Klasîk û Şarezayên Kurdî” hat lidarxistin.

Çalakî li Salona Konferansê ya Pirtûkxaneya Gel a Parêzgeha Wanê bi moderatoriya Şêwirmenda Serokkomar Gulşen Orhan û bi beşdariya Mehmet Nesîm Doru, Alî Karadenîz, M. Halît Yalçin (Xalid Sadînî) û Abdulhadî Tîmûrtaş hat lidarxistin. Di çalakiyê de l igel Dîwana Mela Ehmedê Cezîrî, Dîwana Feqiyê Teyran, Berhema Mewlûda Nebî ya Mela Hisênê Batê (Mewlûda Nebî), Dîwana Pertev Begê Heqarî, Seyfû’l-mûluk û Destana Bedîû’l-Cemal û Dîwana Şêxê Meczûb, 13 berhemên girîng ên edebiyata Kurdî yên klasîk ku ji aliyê Wezareta Çand û Geştûguzariyê ve hatine çapkirin, hatin nasandin.

Şêwirmend peyama Erdogan xwend Peyama ku Erdogan bi taybet ji beşdarên çalakiyê re şand ji aliyê Şêwirmenda Serokomar Gulşen Orhan ve hat xwendin. Erdogan di peyama xwe de xwest ku Festîvala Çanda Rê ya Wanê ji bo bajar, herêm û welêt bi fêde be.

Erdogan anî zimên û hêvî kir ku ev festîvala ku gelek bernameyên bi naverokên çand û hunerî dihewîne, bibe “sembola rûyê geş” yê Wanê û gotku Cizîr, Hemedan, Wan, Erdelan, Îmadiye, Bedlîs, Colemêrg, Doğubayazit, Mûkûs ,Hîzan, ku edebiyata Kurdî ya klasîk lê derdikeve pêş, navendên wek Meyafarikîn, Sêrt û Amedê jî bajarên ku bi medreseyên xwe navdar in. Erdogan di peyama xwe de ev tişt gotin:

– Van medreseyên ku di warên dîrok, felsefe, muzîk, mîmarî, endezyarî, matematîk, stêrnasiyê û edebiyatê de xebatên girîng pêk anîne, gelek alim, nivîskar û helbestvanên ku di warên xwe de gihîştine asta jor hatine perwerdekirin. Gelek olnas, wêjevan û zanyarên wek Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran berhemên xwe ne tenê diyarî gelên van xakan kirine, diyarî hemû mirovahiyê kirine.

– Ez vê bernameya ku li Wanê hat lidarxistin ji bo danasîna şaheserên zimanê Kurdî, bi taybetî ji ciwanên me re û gihandina dewlemendiyên şaristaniya me ji bo nifşên pêşerojê gelek bi qîmet dibînim. Bi vê minasebetê ez hemû kesên ku beşdarî vê bûyerê bûne pîroz dikim û carek din we ji dil silav dikim.

Back to top button