Kabineya nû ya hukumeta Tirkiye di serokatiya serokkomar Tayib erdogan de civîna xwe ya duyem kir û piştî civînê Erdogan daxûyaniyek da. Erdogan got: “Em dixwazin welatê xwe ji destûra heyî ya ku berhema derbeyê ye, rizgar bikin. Hêvîdar im ku em ê di dema desthilatdariya xwe da bi şirîkên xwe yên Tifaqa Cumhur re va hewl bidin ku ,destûrek sivîl bînin Tirkiye.
Di rastiya xwe de, di dîroka Tirkiye de destûrek sivîl tu cara pêknehatiye. Destûrên heyî hemû di bin siha siyaseta nijadperest û diktatoriyetê de hatine amade kirin. Eger car carê hinek maddeyên destûrê hatibin guhertin jî, ev yek nebiye bersiva daxwaziyên xelkê.
Eger îro hukumet bixwaze destûrek sivîl amade bike gerek di serî de Kurd û hemû aliyên siyasî pişgiriya vê yekê bikin. Ji ber ku her gava berbi destûrek sivîl ve bê avêtin berjewendiya Kurdan de ye.