Polîtîk

Erdogan bû kandîdatê serokkomariya Tirkiye

Li Enqere di civînek taybet de Ak-Partiya kandîdatê xwe yê serokkomariya Tirkiye eşkere kir.

Receb Tayib Erdogan serokwezîrê Tirkiye û serokê Ak-Partiyê wek kandîdatê serokkomariyê hate destnîşankirin.

Li Tirkiye dê cara yekê serokkomar ji aliyê xelkê ve rasterast bête hilbijartin. Heta niha li himber Erdogan MHP, CHP û dezgehên kemalist kandîdatek  derêxistine. Wek din HDPê jî Selahattin Demirtaş kirine kandîdatê xwe.

Erdogan ji bo vê yekê axavtinek kir û da xuyakirin ku, dê piştî wî jî Ak-Parti her wek desthilat berdewam be û ewê wek serokkomarek bi bandor bixebite.

Dê di pêvajoya hilbijartinan de gelek nirxandinên cuda bête kirin.

Back to top button